Serok Barzanî Pêşwaziya Bêrîvan Aymaz Kir

Serok Barzanî Pêşwaziya Cîgira Serokê Parlamentoya (Nordrhein-Westfalen) ya Almanyayê Kir

Feb 4, 2026 - 13:56
Serok Barzanî Pêşwaziya Bêrîvan Aymaz Kir
Serok Barzanî Pêşwaziya Cîgira Serokê Parlamentoya (Nordrhein-Westfalen) ya Almanyayê Kir

Roja Çarşemê, 4ê Sibata 2026an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Xatûn Bêrîvan Aymaz, Cîgira Serokê Parlamentoya (Nordrhein-Westfalen) ya Almanyayê kir.

Di civînê de Xatûn Bêrîvan Aymaz kêfxweşiya xwe ji ber serdana xwe ya Kurdistanê û hevdîtina xwe ya bi Serok Barzanî re anî ziman. Herwiha spasiya Serok Barzanî kir ku di rûdan û metirsiyên van demên dawî de xwe kir xwediyê doza Kurd li Rojava û hewlên Serok Barzanî yên ji bo parastina gelê Kurd li Rojava bilind nirxand.

Herwiha spasiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kir ji bo alîkarî û xwe gihandina hawara lêqewimiyên li Rojavayê Kurdistanê û hêviya xwe anî ziman ku Herêma Kurdistanê roj bi roj bihêztir bibe. Xatûn Bêrîvan Aymaz spasiya Serok Barzanî kir ji bo piştgirîkirina karûbarên diyasporaya Kurd li derveyî welat wek hêzeke bibandor û piştgirê doza gelê Kurdistanê.

Di heman civînê de Serok Barzanî, ligel ku xêrhatina Xatûn Bêrîvan Aymaz kir, destxweşiyê lê kir ku bi hewl û karîna xwe kariye bigihêje pileyek siyasî li Almanyayê û hêviya serkeftinê jê re xwest. Herwiha ronahî xiste ser karûbarên diyaspora û şîret û rêkarên pêwîst di vê derbarê de pêşkêş kir, di çarçoveya vê mijarê de girîngiya parastina nasname û zimanê Kurdî di nav Kurdên derveyî welat de destnîşan kir.

Rewşa Rojava û pêvajoya aştiyê li Tirkiyê mijarên din ên vê hevdîtinê bûn.