Serok Nêçîrvan Barzanî Nameyek ji Serok Trump Wergirt
Serok Nêçîrvan Barzanî Nameyek ji Serok Trump Wergirt
Şeva raburî, Sêşem, 21.10.2025, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, nameyek ji birêz Donald Trump, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê wergirt.
Di nameyê de, Serok Trump spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî dike ji bo piştgiriya wî ya hewldanên wî yên ji bo aştiyê, her wiha tekezî li ser girîngiya bidawîkirina nakokî û alozîyan li Rojhilata Navîn dike.
Di nameya xwe ya ji Serok Nêçîrvan Barzanî re, Serok Trump dubare dike ku welatên cîhanê dikarin ser nakokiyên kevn bi ser bikevin û ber bi paşerojeke hevpar a aştî, serkeftin û pêşketinê ve hengavan bavêjin.
Her di vê çarçoveyê de, Serok Trump israr û mikuriya xwe û ya rêveberiya xwe nîşan dide ji bo damezrandina aştiyek domdar û bidawîkirina alozîyên li Rojhilata Navîn, û bidawîkirina şer û kuştinê li herêmê û li seranserê cîhanê.
Di dawiya nameya xwe de, Serok Trump, ligel silav û rêzan, ji Serok Nêçîrvan Barzanî û malbata wî re serkeftinê dixwaze.