Delîl Dîlanar Stranek ji Bo Piştgiriya Rojavayê Kurdistanê Belav Dike
Delîl Dîlanar Stranek ji Bo Piştgiriya Rojavayê Kurdistanê Belav Dike
Hunermend Delîl Dîlanar berhemeke nû bi navê 'Kêziyên Rojava' belav dike û dibêje: Êdî nabe em bibêjin hunermendê Bakur an Başûr an Rojava, niha em hemû Kurdistan in.
Hunermend Delîl Dîlanar, di dema beşdarbûna xwe ya di gera nûçeyên çandî yên Ava Media de got: "Ji niha û pê ve nabe em bibêjin hunermendê Bakur an Başûr an jî parçeke din, êdî em hemû Kurd in û Kurdistan in, herwiha dibêje: Nabe em ji bo şer destpêşxeriyê bikin, tenê eger ku em werin destgîrkirin."
Delîl Dîlanar, wiha jî got: "Cara duyemîn e ku ez Kurdan yekdeng dibînim, cara yekem ji bo referandûmê bû û vê carê jî ji bo Rojavayê Kurdistanê ye, herwiha daxwaz dike ku her hunermendek piştgiriya neteweya xwe bikin."
Berhemeke nû ya bi navê 'Kêziyên Rojava' bertekên mezin li ser torên civakî li pey xwe anîye, bikarhênerên medyaya civakî stranê ji bo çalakiyên xwe 'Kêziyên Rojava' bi kar tînin.