Karduxos: Pirsgirêka Kurd, Mesela Dagirkeriyeke 100 Salî ye

Alî Karduxos di vê peyama xwe de balê dikişîne ser rewşa Kurdistanê û Kurdan û mafên wan yên bingehîn ên çandî û perwerdehiyê ku heta niha ji aliyê dewleta tirkiyê ve nehatiye qebulkirin û hewla bişaftin û asîmîlekirina Kurdan tê kirin.

Sep 14, 2025 - 17:38
Karduxos: Pirsgirêka Kurd, Mesela Dagirkeriyeke 100 Salî ye
Nivîskar û Mamostayê Etimolojiya Zimanê Kurdî Alî Karduxos (Alî Kurdî)

Atîna Yunanistan: Di roja 14'ê Îlona 2025 – Nivîskar û Mamostayê Etimolojiya Zimanê Kurdî Alî Karduxos (Alî Kurdî) di daxuyaniyeke xwe ya îro de, pirsgirêka Kurd wekî "mesela dagirkeriyeke 100 salî" bi nav kir. Karduxos diyar kir ku ev mesela miletekî ye ku 100 sal in hebûna wî nayê qebûlkirin, rastî jenosîd û asîmîlasyonê tê.

Nivîskarê Kurd û Kurdistanî Alî Karduxos destnîşan kir ku heger miletek nikaribe bi zimanê xwe û li gorî rêjeya nifûsa xwe xwedî xwendingeh û dibistanên seretayî be, ev tê wê wateyê ku hebûna wî miletî hîn jî nehatiye qebûlkirin.