Li Almanya çi diqewime? Zekî Ozmen bersîvê dide
Ozmen ku berê li agahiyên Almanyayê ji bo Tora Medyayî ya Rudawê şîrove dikir, lê niha li ser Youtube kanaleke taybetî vekiriye û di derbarê bûyer û rûdan û pêşketinên li Almanyayê de nûçe û şîroveyên xwe bi zimanê Kurdî pêşkêşî hemû Kurdan dike.

Rojnamevanê Kurd Zekî Ozmen li ser tora civakiya Youtube zanyariyên nû yên di derbarê Almanya bi giştî û Kurdên Almanya bi taybetî de nûçeyan pêşkêş dike.
Ozmen ku berê li agahiyên Almanyayê ji bo Tora Medyayî ya Rudawê şîrove dikir, lê niha li ser Youtube kanaleke taybetî vekiriye û di derbarê bûyer û rûdan û pêşketinên li Almanyayê de nûçe û şîroveyên xwe bi zimanê Kurdî pêşkêşî hemû Kurdan dike.
Zekî Ozmen sosyalpedagogekî kurd e û li Almanyayê dijî. Wî beşa pedagogiya sosyal li Zanîngeha Frankfurtê xwend û pisporê entegrasyonê ye. Pirtûka wî ya bi navê Kurdên Almanyayê di sala 2010an de ji Weşanxaneya Ronahî ku navenda wê li Amedê ye derket. Naveroka vê pirtûka wî li ser dîrok, civak, jiyana rojane, siyaset û hunera kurdên ku li Almanyayê dijîn e.
Ozmen berî destpêkirina xwendina li zanîngehê, bi nûçegihaniya Ajansa Nûçeyan Mezopotamyayê dest bi xebata xwe ya rojnamevantiya nivîsbarî jî kiriye. Wî her wiha ji sala 2001an heya 2005an edîtorî û moderatoriya bernameyeke perîyodîk ya radyoyeke herêmî ya bi navê Radio Unerhört Marburgê kir. Zekî Ozmen xwedî û birêvebirê malpera Celadet.com e. Ji bilî nûçegihaniya wî ya ji bo rojnameyan, ji sala 2006an ve bi awayekî perîyodîk di malpera bi navê Diyarname.com de nivîsên wî di quncika malperê ya bi navê "Qad" de têne weşandin. Her wiha gelek nivîsên wî di rojname û kovarên cur bi cur de hatine weşandin. Dîsa di warê rojnamegeriyê de nûçeya Ozmen a bi sernivîsa "Bi hezaran bûk û zavayên kurd fêrî almanî dibin" ku di rojnameya Rûdaw de derketibû, Xelata Taybet a Jûriya Nûçeyên Kurdî ya Xelatên Şehîdên Çapameniyê û Musa Anter 2010 wergirt.