Çirûskên Sînemayî: Bîranîna Yilmaz Güney
Dr. Îbrahîm Mehmûd vegotinek dîrokî ya sînema Kurdî pêşkêş kir, ji destpêka fîlmên bêdeng heya vejîna wê ji aliyê Yilmaz Güney ve û pêşketina wê ya di salên nodî de.

Di 13'ê Îlona 2025'an de, bi boneya 41 saliya koça dawî ya Yilmaz Güney, Bavê Rûhî yê Sînema Kurdî, Akademiya Çandî ya Navneteweyî, Komeleya Çandî ya Lorraine û Dêra Jiyanê, rojeke sînemayî ya taybet bi navê "Çirûskên Sînemayî" li dar xistin.
Di vê çalakiyê de gelek derhêner û hunermendên Kurd bi taybetî ji Rojavayê Kurdistanê û hezkiriyên sînemayê amade bûn. Dr. Memdûh Elî bi axaftineke xêrhatinê dest bi çalakiya bîranînê kir. Helbestvan Nesir Mihemed peyama Akademiya Çandî ya Navneteweyî xwend, ku tê de girîngiya sînema Kurdî wekî amûrek ji bo îfadekirina nasname û berxwedanê hate destnîşankirin. Herwiha bal kişand ser rola sînemayê di belgekirina êş û hêviyên gelê Kurd de, û pesnê Yilmaz Güney û derhênerên din ên Kurd ên ku sînemayê kirin pencereyek ji bo cîhanê da.
Nivîskar Bertî Zaxer li ser têkiliya huner û olê rawestiya, û behsa fîlmên Kurdî yên wekî "Bêkes" û "Dema Hespên Serxweş" kir. Dr. Îbrahîm Mehmûd vegotinek dîrokî ya sînema Kurdî pêşkêş kir, ji destpêka fîlmên bêdeng heya vejîna wê ji aliyê Yilmaz Güney ve û pêşketina wê ya di salên nodî de.
Derhêner û hilberîner Nesrîn Abidîn û derhêner Ekrem Sîtî li ser rastiya sînema Kurdî û dijwariyên ku derhênerên Kurd rû bi rû dimînin axivîn, û banga piştgiriya civakê kirin. Nesrîn Abidîn fîlma xwe "Dojeha Sar" û Ekrem Sîtî jî fîlmên xwe "Trockene Schatten", "Terorîzm" û "Kursî" pêşkêş kirin. Derhêner Emîr Taha jî fîlmên xwe "Diwane Azadî" û "Ciwantirîn Mirdin" nîşan dan.
Di dawiyê de, Dr. Medya Şêxa semînarek diyalogê bi navê "Sînema Kurdî: Çîroka Nasnameyê di Navbera Rastî û Dîrokê de" birêve bir, ku tê de Dr. Îbrahîm Mehmûd, Nesrîn Abidîn, Emîr Taha û Ekrem Sîtî beşdar bûn. Çalakî bi spasnameyek ji bo hemû amadebûyan bi dawî bû.