Fîlma Zerya Xelatên Navneteweyî Werdigre
"Zerya": Çîroka Sînemayî ya Sirgûn û Nasnameyê, Xelatên Navneteweyî Werdigre

Hewlêr - Kurdistan: Kurte Fîlma bi navê "Zerya", ku li Norwêcê hatiye çêkirin û ji çîrokeke rastîn îlham girtiye, destana dilşewat a jineke ku di rêyên koçberî û sirgûnê de li nasname û hebûna xwe digere, vedibêje. Ev fîlma bi hêz ku bi zimanê Kurdî hatiye kişandin, şopên kûr ên nasname û koçberiyê tîne ser ekrana spî.
Derhênerê fîlmê, Zagros Çetinkaya ye ku bi eslê xwe ji Kurdên Anatoliya Navîn (Xelîka - Qerejdax) e. Çetinkaya, ku xwedî tecrubeya wênekêşiya şer û belgefîlman e, bi fîlmê xwe yê yekemîn ê Kurmancî yek ji nîşaneyên herî balkêş ên sirgûn û nasnameyê di sînemayê de pêşkêş dike.
"Zerya" pêşandana xwe ya yekem di Festîvala Fîlmên Kurdî ya Parîsê de li dar xist, di Festîvala Fîlmên Navneteweyî ya Londonê de bû fînalîst û di 59emîn WorldFest-Houstonê de Xelata Taybet a Jûriyê wergirt. Ev serkeftin, girîngiya çîroka fîlmê û jêhatiya derhênerê wê nîşan dide.