Nîşandana Fîlma Tîmsah li Hewlêrê didome

Armanca hilberandina vê fîlmê belavkirina hişyariyê ye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê her sal çendîn çalakiyên taybet ji bo rûbirûbûna van maddeyên kujer li dar dixe û hişyariyê dide gelê Kurd ku ji vê diyardeyê dûr bikevin, ku niha di nav civaka Kurd de heye.

Aug 31, 2025 - 14:54
Aug 31, 2025 - 14:57
Nîşandana Fîlma Tîmsah li Hewlêrê didome
Fîlma Tîmsah (Crocodile)

Fîlma bi navê Tîmsah (Crocodile) berhemeke sînemayî ya nû ye, ku berhema Sîna Kurd e û ji derhênana Seîd Kemal û wênesaz Hawkar Ferhad e. Di fîlmê de gelek hunermendên Kurd rol digirin, wek Eyam Ekrem, Mihemed Şêrwanî, Herdî Selamî, Heme Vayner, Zeyneb Cefer, Hedar Ergûşî, Îbrahîm Qadir û Arî Heme Seîd.

Naveroka vê berhemê behsa çeteyeke bazirganên maddeyên hişbir dike, ku çendîn tawanên kuştin û belavkirina maddeyên hişbir dikin. Di vê navberê de, zarokekî 10 salî dibe qurbaniya yekemîn a destê vê çeteyê. Ew bi awayekî bêdilovanî êrişî malbatên kesên ku bi van maddeyan ketine dike. Fîlm rastiya wê yekê nîşan dide ku asayîşa Herêma Kurdistanê di salên borî de karîbû gelek çete û komên ku rê li ber belavbûna maddeyên kokaîn, heroîn û krîstal digirin, bigire, bi taybetî celebek ku bi navê tîmsah tê zanîn. Di encamê de, ew kesê ku pê ve girêdayî ye, mirin jiyana wî jî bi dawî dike.

Seîd Kemal wekî derhênerê fîlmê, bi baldarî xebatê kiriye da ku xetereya vê maddeyê nîşan bide, ku dibe sedema hilweşîna malbatê, têkçûna civakê, lawazbûna kapasîteyên ciwanan, dûrketina ji nûjenî, zanist, huner û teknolojiyê, qutbûna ji kevneşopiyên civakî û êrişkirina li ser malbatê û tirsa kuştin û tawanên nefretê.

Her wiha, rola girîng a dezgehên ewlehiyê yên Kurdistanê tê nîşandan, ku her dem şev û roj xebatê dikin da ku vê diyardeyê, ku niha li Iraq û Herêma Kurdistanê zêde dibe, ji holê rakin an kêm bikin. Zîndan tijî bûne bi kesên ku bi van maddeyên hişbir ve girêdayî ne.

Armanca hilberandina vê fîlmê belavkirina hişyariyê ye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê her sal çendîn çalakiyên taybet ji bo rûbirûbûna van maddeyên kujer li dar dixe û hişyariyê dide gelê Kurd ku ji vê diyardeyê dûr bikevin, ku niha di nav civaka Kurd de heye.

Şîvan Şêrzad – Hewlêr