Serok Barzanî spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir

Destxweşî û spasiya wan dikim û hêviya serkeftin û berdewamiyê ji bo wan dixwazim. Mesûd Barzanî

Aug 4, 2025 - 18:50
Serok Barzanî spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir

Peyama Serok Barzanî ya ji bo bîranîna bîst saliya damezrandina Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta bîstemîn salvegera damezrandina (Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî) germtirîn pîrozbahiyên xwe li Serok û Birêvebiran û Karmendên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikim. Rûmeta min ji bo rola mirovdostane û xêrxwaziyaneya wê dezgehê ya li bihanaveçûna koçberan û lêqewimiyan û yarmetîdana nexweş û bê serpereştan û xelkên hejar û kêmderametan de heye. Erk û karên xwe bi awayeke hêja encam dane û cihê şanaziyê ne.

Destxweşî û spasiya wan dikim û hêviya serkeftin û berdewamiyê ji bo wan dixwazim.

Mesûd Barzanî

4ê Tebaxa 2025