Serokê Herêma Kurdistanê salvegera serxwebûna Amerîkayê pîroz kir
Serokê Herêma Kurdistanê salvegera serxwebûna Amerîkayê pîroz kir
Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Nêçîrvan Barzanî, li ser tora civakî ya Xê, bi boneya 250emîn salvegera serxwebûna Amerîkayê peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha nivîsiye:
"Di 250emîn salvegera ragihandina serxwebûnê de, ez pîrozbahiyeke germ li Serok Donald Trump û gelê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dikim.
Dersa herdemî ya Amerîkayê ew e ku azadî ji hêzê giringtir e; azadî pêdivî bi destûr, sazî, hevsengiya federal û rizamendiya gelekî azad heye.
Di demekê de ku Herêma Kurdistanê û Iraq li benda hevkariyeke bihêztir ligel Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ne, em di wê baweriyê de ne ku ev bingeh ji bo paşeroja Iraqê jî wekî bingeheke sereke dimîne. Divê aramî li ser bingeha pabendbûna destûrî, federalîzm û parastina tevahiya maf û pêgeha Herêma Kurdistanê ya di çarçoveya destûra Iraqê de be.
Em herdem spasdarê dostanî û serkirdayetiya Amerîkayê û piştgiriya wan a berdewam a ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê ne."