Serokê Herêma Kurdistanê beşdariya merasîma malavayîkirina Rêberê Berê yê Îranê kir
Serokê Herêma Kurdistanê beşdariya merasîma malavayîkirina Rêberê Berê yê Îranê kir
Êvara îro Înê 03.07.2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, tevî hejmareke berçav ji serkirde û berpirsên pilebilind ên welatên herêmê û cîhanê, li Tehranê beşdariya merasîma fermî ya malavayîkirina Rêberê Bilind ê Berê yê Komara Îslamî ya Îranê kir.
Birêz Serokê Herêma Kurdistanê di deftera sersaxiyê de peyamek tomar kir. Di peyama xwe de, ligel dubarekirina sersaxî û hevxemiya xwe û Herêma Kurdistanê ji bo koça dawî ya Rêberê Bilind ê Berê Ayetullah Uzma Seyîd Elî Xameneyî, ronahî xist ser bandor û wê mîrasa ku li Komara Îslamî ya Îranê û cîhana Îslamî de li dû xwe hiştiye.