Peywendiya Telefonî ya di Navbera Serok Barzanî û Mîrê Qeterê
Peywendiya Telefonî ya di Navbera Serok Barzanî û Mîrê Qeterê
Naveroka Peywendiya Telefonî ya di Navbera Serok Barzanî û Mîrê Qeterê
Êvara roja Çarşemiyê, 21.01.2026an, di navbera Serok Mesûd Barzanî û Şêx Temîm bin Hemad Mîrê Qeterê de peywendiyeke telefonî hate kirin.
Di wê peywendiya telefonî de, li ser rewşa siyasî û pêşhatên dawîn yên Sûriyê de danustandina bîr û ramanan kirin û girîngiyê dan bi parastina aramî û ewlehiyê. Herdu alî li hev fikir bûn ku pêwîst e şer û pevçûn bêne rawestandin û rê li ber şerê di navbera Ereb û Kurdan de bê girtin û pirsgirêk bi rêya diyalog, lihevkirin û bi awayên aştiyane bêne çareserkirin.