Mesrûr Barzanî: Pêşxistina Aborî bingeha sereke ya bidestxistina aramiyê ye

Mesrûr Barzanî: Pêşxistina Aborî bingeha sereke ya bidestxistina aramiyê ye

Jan 21, 2026 - 20:15
Mesrûr Barzanî: Pêşxistina Aborî bingeha sereke ya bidestxistina aramiyê ye
Mesrûr Barzanî: Pêşxistina Aborî bingeha sereke ya bidestxistina aramiyê ye

Di şîveke taybet a ji bo pêşxistina veberhênanê li Herêma Kurdistanê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî got ku Herêma Kurdistanê dixwaze bibe xala girêdana şaristaniyên kevnar ên herêmê.

Ji bo xurtkirina amadebûna aborî ya Herêma Kurdistanê di navendên navneteweyî de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî beşdarî şîveke taybet a pêşxistina veberhênanê li Herêma Kurdistanê bû ku ji aliyê Şêx Baz Berzincî, Serokê Koma Şîrketên KAR, li Davosê hatibû organîzekirin.

Di vê şîvê de çend kesayetiyên navneteweyî amade bûn, di nav de Boris Johnson, Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê, Nadhim Zahawî, Parlamenterê berê yê Brîtanyayê û karsazê navdar Ross Perot, digel hejmarek veberhênerên Kurd û cîhanî. Gotûbêj li ser derfetên veberhênanê li Herêma Kurdistanê û herêmê hatin kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di axaftina xwe de got ku pêşxistina aborî bingeha sereke ya bidestxistina aramî û ewlehiyê ye. Herwiha destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze bibe xala girêdana şaristaniyên kevnar ên herêmê, ji ber ku di Rojhilata Navîn de xwedî cihekî stratejîk e.

Derbarê dosyaya enerjî û xizmetguzariyan de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî behsa wê yekê kir ku heta dawiya vê salê, li seranserê Herêma Kurdistanê elektrîka 24 saetan dê bê dabînkirin.

Herwiha derbarê sektora neft û gazê de jî, Serokê Hikûmetê, daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo zêdekirina veberhênanê tekez kir, bi taybetî niha Iraq di ber de ye ku hikûmeta federal a nû ava bike û mijara enerjî û birêvebirina çavkaniyên xwezayî jî, babetek sereke ye di gotûbêjên avakirina hikûmetê de.

Peyama piştrastiyê da hemî hevkarên xwe û girîngî da pêdagirbûna Herêma Kurdistanê bi hemî rêkeftin û peymanên bi veberhêner û dostan re û ji şîrketên cîhanî xwest ku berê xwe bidin Herêma Kurdistanê.