CF Kurdistan Ber Bi Şampiyoniyê ve Diçe
Bangewaziyeke Lezgîn ji bo Maça Girîng a CF Kurdistan li Bochumê!
Bochum – Almanya: Mala Kurdî ya li Bochumê bangeke lezgîn pêşkêşî civaka Kurd û alîgirên tîma Kurdistanê kir, ji bo ku roja Yekşemê, 14.12.2025'an, di maça girîng û çarenûssaz a tîma CF Kurdistan II de piştgiriyê bidin wan.
Ev lîstika ku ji aliyê Kaptan Ferhat Şemê ve tê rêvebirin, dê roja Yekşemê di saet 12:30'an de li qada tîma Kurdistanê ya li ser navnîşana Heinrich-Gustav-Str. 134, 44894 Bochum pêk were. Dijberê wan dê tîma SG LiDa/Rasensport Weitmar 09 e.V. be.
Rêveberiya tîmê û alîgirên wê daxwaz ji civaka Kurd dikin ku bi hejmareke zêde beşdarî vê maça krîtîk bibin. Hat gotin ku hebûna alîgirên tîmê, di bilindkirina morala lîstikvanan û tîmê de xwedî roleke mezin e. Bang hat kirin ku "em bi yek dil û yek deng piştgiriyê bidin tîma xwe ya ku li Almanyayê nûnertiya civaka Kurd dike."
Di dawiya bangewaziyê de, hat diyarkirin ku ji bo çêkirina "dîlaneke Kurdî ya dîrokî", divê alayên Kurdistanê jî bên anîn.
Di tabloyê de, CF Kurdistan II bi 14 lîstikên lîstî, 14 serkeftin, 0 wekhevî û 0 binketî, bi cûdahiya golên 39 û bi tevahî 42 pûanan di serî de ye.
https://www.fupa.net/league/kreisliga-b-1-bochum/standing