Keça Kurd di Taekwondoyê de bû Sêyemîn a Ewropayê
Werzişvana ciwan ku bi performansa xwe ya bilind bal kişand ser xwe, madalyaya bronz bi dest xist û hem bajarê Nisêbînê hem jî ji Kurdistanê re bû serbilindiyeke mezin.

Werzîşvana Keça Kurd Ronya Işık, ku ji bajarê Nisêbînê ye di pêşbaziya Taekwondoyê de bû sêyemîn a Ewropayê.
Werzişvana ciwan a Nisêbînî, Ronya Bedia Işık, di Şampiyoniya Taekwondoyê ya Lîstikên Têkel-Ewropayê (Multi European Games) de ku di navbera 29-31 Tebax 2025an de li bajarê Nîş ya Sirbîstanê hate lidarxistin, serkeftineke mezin bi dest xist û bû sêyemîn a Ewropayê.
Ronya, xwendekara Dibistana Navîn e, di seranserê pêşbaziyê de li hemberî hevrikên xwe yên ji Îsraîl, Yewnanîstan, Xirwatîstan û Rûsyayê bi ser ket û derket nîvê-fînalê. Werzişvana ciwan ku bi performansa xwe ya bilind bal kişand ser xwe, madalyaya bronz bi dest xist û hem bajarê Nisêbînê hem jî ji Kurdistanê re bû serbilindiyeke mezin.
Rahênerê werzişvana serketî, Muhammet İsmail Sezgin, diyar kir ku dereceya xwendekara wî bi salan xebat, xebateke bi dîsîplîn û sebirê bi dest ketiye û got ku ew ji serkeftina Ronya gelek serbilind in.
Ev serkeftina dîrokî ya Ronya Işık, li Nisêbînê û li tevahiya Mêrdînê bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin û tê payîn ku werzişvana ciwan di salên pêş de di qada navneteweyî de serkeftinên mezintir bi dest bixe.