Serok Barzanî pîrozbahiyê li Berhem Salih Kir
Serok Barzanî pîrozbahiyê li Berhem Salih Kir
Di peywendiyeke telefoniyê de, Serok Mesûd Barzanî pîrozbahiyê li Dr. Berhem Salih kir bi boneya wergirtina posta Serokê Komîsyarên Bilind ên Karûbarên Penaberan li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî.
Di vê peywendiyê de, Serok Barzanî kêfxweşiya xwe anî ziman ku Kurdek vê posta girîng di asta Neteweyên Yekbûyî de wergirtiye û hêviya serkeftinê ji bo Dr. Berhem Salih xwest.