Bersiveke daxuyaniya Bahçelî ya di derbarê serdana Serok Barzanî li Cizîrê
Bersiveke daxuyaniya Bahçelî ya di derbarê serdana Serok Barzanî li Cizîrê
Mixabin, Dewlet Bahçelî di derbarê serdana Serok Barzanî ya Cizîrê û beşdarbûna wî ya di sempozyûma Melayê Cizîrî de, dîsa li gor hişmendiya xwe ya şovenîst axivî û daxuyaniyeke dûrî her edetek daye ku xizmetê tu alîkariyê nake.
Gotinên Bahçelî di demekê de ye ku hemû ew hûrgiliyên ewlehiyê û ew rêkar û tedbîrên ji bo serdana Serok Barzanî hatibûn girtin, li gor lihevkirineke protokolî ya di navbera dezgehên peywendîdar ên Herêmê û Tirkiyê de bû. Digel vê yekê, her car di dema serdana berpirsên pilebilind ên Tirkiyê yên Herêmê de jî, yekîneyên leşkerî yên taybet ên Tirkiyê li gel wan hatine û ti pirsgirêk çênebûye.
Serdana Serok Barzanî piştgirî bû ji bo pêvajoya aştiyê ku Bahçelî îddîa dike piştgiriyê jê re dike. Me wisa dizanî ku Xwedê Dewlet Bahçelî hîdayet kiriye û dev ji nijadperestî û şovenîzmê berdaye, lê diyar e ku ew hîn jî Gurê Boz ê berê ye, niha di çermê berxê de ye.
Peyvdarê Baregeha Barzanî
02.12.2025