Wezareta Perwerdeyê: Xwendingeh divê demjimêrek ji bo pîrozkirina Roja Alayê veqetînin
Wezareta Perwerdeyê: Xwendingeh divê demjimêrek ji bo pîrozkirina Roja Alayê veqetînin
Wezareta Perwerdeyê biryar da ku di Roja Alaya Kurdistanê de, hemî navendên xwendinê ji bo demjimêrekê di destpêka dema xebatê de, merasîmeke taybet li dar bixin.
Li gor biryara Wezareta Perwerdeyê, tevî ku îmtîhan hebin jî, divê pêşî ev bîranîn bi rêzgirtin were pîrozkirin û paşê dest bi îmtîhanan were kirin.
Bi mebesta bilindkirina Roja Alaya Kurdistanê, Wezareta Perwerdeyê daxuyaniyek ji hemî rêveberiyên giştî yên perwerdeyê yên li parêzgeh û îdareyên xweser û xwendina Kurdî li Kerkûkê re şandiye.
Li gor daxuyaniyê, roja Çarşemê, 17ê Kanûna Yekem a 2025an, hemî navendên xwendinê yên hikûmî, nehikûmî û dibistanên navneteweyî hatine agahdarkirin ku divê saeta yekem a dersê ji bo lidarxistina merasîmeke taybet a pîrozkirina Alaya Kurdistanê veqetînin.
Rêveberiya Wezareta Perwerdeyê tekez dike ku hebûna îmtîhanan nabe asteng ji bo bîranînê, belku pêwîst e pêşî bîranîn bi rêwresmeke hêja were lidarxistin û piştî bidawîbûna merasîmê, wê demê dest bi pêkanîna îmtîhanan were kirin.