Rewangeyê Projeya Enerjiya Paqij Li Gundê Şêx Wesan Dabîn Kir

Dezgeha Rewangeyê Projeya Enerjiya Paqij Li Gundê Şêx Wesan Qedand, 24 Demjimêr Kareba Dabîn Kir

Nov 26, 2025 - 19:25
Rewangeyê Projeya Enerjiya Paqij Li Gundê Şêx Wesan Dabîn Kir
Dezgeha Rewangeyê Projeya Enerjiya Paqij Li Gundê Şêx Wesan Qedand, 24 Demjimêr Kareba Dabîn Kir

Hewlêr – Îro Çarşemê, 26ê Mijdara 2025an, Dezgeha Rewangeyê rêwresma bidawîhatina projeya xwe ya enerjiya paqij li gundê Şêx Wesan ê Deşta Xoşnawetî ya ser bi bajarokê Balîsanê ve lidarxist. Di merasîmê de birêz Îdrîs Nêçîrvan Barzanî, Serok û Damezrînerê Dezgeha Rewangeyê, amade bû.
Di çarçoveya projeya bi navê "Enerjiya Paqij" de, Dezgeha Rewangeyê tevahiya sîstema enerjiya rojê ji bo 68 yekîneyên niştecîbûnê, mizgeft, dibistan, navenda tenduristiyê û hola merasîman a gundê Şêx Wesan dabîn kir. Ev proje dê kareba 24 demjimêran bi rêya enerjiya rojê ji bo xelkê gund dabîn bike.
Gundê Şêx Wesan, piştî gundên Gulek li bajarokê Herîrê, Girêbî li Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê û Qamîş li bajarokê Mawetê yê ser bi parêzgeha Silêmaniyê, dibe çaremîn gund ku Dezgeha Rewangeyê projeya enerjiya paqij lê cîbicî kiriye. Ev gav ji bo dabînkirina enerjiya domdar û paqij li herêmên gundî yên Kurdistanê gaveke girîng e.