Serok Barzanî pêşwaziyê li şêx û rihspiyên Ereb ên qezaya Mexmûrê kir
Serok Barzanî pêşwaziyê li şêx û rihspiyên Ereb ên qezaya Mexmûrê kir
Roja Duşemê, 3ê Mijdara 2025an li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li şêx û rihspiyên Ereb ên qezaya Mexmûrê kir.
Di vê hevdîtinê de, Serok Barzanî kêfxweşiya xwe ji vê hevdîtinê anî ziman û spasiya şêx û rihspiyên Ereb ên sînorê qezaya Mexmûrê û derdora wê kir, ji ber rola wan a erênî di parastina herêmên wan de û piştevaniya wan ji bo pêkvejiyanê û pêdagirbûna wan bi vê çand û biratiya di navbera Kurd û Ereb û pêkhateyên din ên wan herêman de.
Derbarê hilbijartinên Encumena Nûneran a Iraqê yên dahatû de, Serok Barzanî rola şêx û rihspiyên wê herêmê wekî girîng wesif kir û bal kişand li ser wê yekê da ku girîng e xelkê wan herêman bi xîret beşdarî hilbijartinan bibin û deng bidin wan aliyan ku rola wan di parastina herêmên wan de hebûye, ji bo asayîkirina rewşa wan herêman û cîbicîkirina maddeya 140 a Destûra Iraqê.
Her di vê civînê de, Serok Barzanî guhertin û kêşeyên li pêşiya pêvajoya siyasî ya Iraq û herêmê û geşedan û guhertinên giştî ji şanda mêvan re şîrove kir.