Enerjiya Bayê li Kurdistanê
Enerjiya Bayê li Kurdistanê: Hêviyên Mezin û Astengiyên Pêşerojê
Di salên dawî de, eleqeya veberhênana li enerjiya nûjenkirî ji bo bidestxistina berdewamiyê zêde bûye. Ev bûye vebijêrkeke stratejîk hem ji bo welatên hawirde û hem jî ji bo welatên henardekar ên sotemeniyên fosîl. Yekem armanc dikin ku ewlehiya enerjiya xwe zêde bikin û hawirde û îtxalatê kêm bikin, yên duyemîn jî bi gelek astengiyan re rûbirû ne di firotin û paqijkirina hîdrokarbonan de – pirsgirêkeke taybetî ji bo Herêma Kurdistanê – û di parvekirina dahatên xwe yên darayî de.
Ji ber vê yekê, cihê dilxweşiyê ye ku herêm ji bo bikaranîna enerjiya bayê ewqas guncaw e. Erdnîgariya wê ya taybet bi deştên bilind û çiyayan ve tê nîşankirin ku leza bayê di navbera şeş û heşt metreyan di saniyeyê de (m/s) ye, ev jî ji bo xebitandina turbînên bayê bi bandor bes e. Wekî din, hebûna qadên mezin ên nehatine bikaranîn, potansiyela ji bo sazkirina zeviyên ba zêde dike.
Sûd û Feydeya wê:
Veberhênana Stratejîk: Tê pêşbînîkirin ku enerjiya bayê di demeke dirêj de bibe yek ji çavkaniyên enerjiya nûjenkirî yên herî erzan. Tevî mesrefên destpêkê yên bilind ên ji bo îtxalkirina turbînan, lêkolînên endezyariyê, damezrandina santralên hilberîna elektrîkê û belavkirina wê, dema ku bêne avakirin, turbînên bayê mesrefên kêm ên xebitandin û parastinê hewce dikin û dikarin mîqdarek girîng enerjiyê hilberînin. Ev yek alîkariya Herêma Kurdistanê dike ku di warê çavkaniyên enerjiyê de serxwebûneke mezintir bi dest bixe.
Kêmkirina Emîsyonên Karbonê: Li gorî Draw Media, "li Herêma Kurdistanê 15 santralên elektrîkê hene ku bi gaz, mazot, rûnê reş û avê dixebitin û bi hev re dikarin 6,939 megawat elektrîkê hilberînin." Li gorî daneyên Wezareta Elektrîkê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, van santralan di Kanûna 2023an de 2,715 megawat ango nêzîkî 39% ji tevahiya elektrîka herêmê hilberandin. Ev çavkanî û motora mazot û benzînê yên din ên ku ji bo dabînkirina elektrîkê di dema kêmasiyan de têne bikaranîn, dibin sedema hilberîna zêde ya karbonê. Hilberîna enerjiya alternatîf dikare di kêmkirina emîsyonên karbonê yên herêmê û têkoşîna li dijî guherîna avhewayê de roleke girîng bilîze.
Derfetên Kar: Pêşveçûna di sektora enerjiyê de dikare derfetên kar ên nû di warên endezyarî, avakirin û parastinê de biafirîne. Ev yek jî dikare bibe alîkar di başkirina rewşa aborî ya herêmê û dabînkirina derfetên kar ji bo ciwanan, bi taybetî bi riya karkirinên alîkar ên ku bi balkişandina veberhênana biyanî di sektorên din de têne afirandin.
Astengî:
Lojîstîk: Zehmetiya veguhestina pelên turbînan ji kargehê ber bi cihên sazkirinê ve li Herêma Kurdistanê ya ku bê derya ye, ji bo veberhênanê astengiyek e. Tenê du rêyên veguhestinê hene: an bi rêya benderên Kendavê û dûv re bi rêya bejahî an jî bi rêya bejahî ji Tirkiyeyê. Ne diyar e ka rêyên herêmê dikarin veguhestina mekanîzmayên ku dirêjahiya wan ji 85 metreyan zêdetir e, bi cih bikin.
Mesrefên Binesaziyê yên Destpêkê yên Bilind: Tevî mesrefên xebitandinê yên kêm, lêçûnên destpêkê yên damezrandina santralên enerjiya bayê pir mezin in, ji ber hewcedariya binesazî û teknolojiyê, di nav de stasyonên transformer û xetên belavkirina elektrîkê yên voltaja navîn û bilind. Bi vî awayî, qelsiya binesaziya heyî dikare ji bo bidestxistina feydeya herî zêde ji enerjiya ba bibe asteng.
Aliyên Teknîkî: Teknolojiya enerjiya ba zanîna pêşketî û parastina baldar hewce dike. Dibe ku hêza karker a herêmê ji bo bi bandor rêvebirin û xebitandina santralên enerjiya bayê, jêhatîbûn û pisporiya wan tune be, ev jî hewcedariya pisporiya biyanî û perwerdekirina kadroyên herêmî û endezyaran, qet nebe di destpêkê de, pêwîst dike.
Ewlehî: Aramiya siyasî û ewlehî dibe ku veberhênerên herêmî û biyanî ji veberhênanê dûr bixe, nemaze ji ber ku deverên bi şert û mercên bayê baş nêzîkî sînorên bi dewletên din re ne. Girîng e ku ev fikar bi plansaziyek baş û danûstandina bi bandor bi rayedarên herêmî û navçeyî re bêne çareser kirin.
Gavên Pêşerojê:
Li gorî Global Wind Atlas, li rojhilatê Rêveberiya Soran, Parêzgeha Dihokê, Parêzgeha Silêmaniyê û Rêveberiya Zaxoyê herêmên mezin hene ku leza bayê ji 7.26 m/s zêdetir e. Ji bo destnîşankirina cihê herî baş ji bo zeviyên ba, endezyar dikarin turbînan bi sensorên ba li cihên cihê bicîh bikin da ku leza bayê ya salane ya navîn pîvan bikin û potansiyela hilberîna enerjiya bayê texmîn bikin.
Herwiha, girîng e ku daneyên ji stasyonên meteorolojiyê, daneyên satelîtê û modelên avhewayê yên gerdûnî bêne berhevkirin û analîzkirin. Pêdivî ye ku ev dane lez û rêgezên bayê li seranserê salê bigire nav xwe.
Gava din dê lêkolînên lojîstîkî û darayî bin ku çawa xetên belavkirina voltaja navîn û bilind dikarin ji zeviyên bayê ve bi stasyonên transformer ve girêdayî bin. Wekî din, dê hewce be ku lêkolîna mumkunbûna avakirina rêyan ji bo damezrandin û parastina turbînan, yên ku dibe ku li deverên dûr an jî yên jîngehî hesas bin, bê kirin.
Di dawiyê de, pêwîst e ku kadroyek pispor a herêmî were perwerdekirin ku bikaribe turbînan bixebitîne û biparêze. Pêşxistina polîtîka û qanûnên zelal û xurt ên di derbarê enerjiya bayê de bê guman dikare veberhênanê di enerjiya bayê de teşwîq bike, nemaze bi peydakirina teşwîqan ji bo veberhêneran ku binesaziya pêwîst ji bo projeyên enerjiya bayê, di nav de torên elektrîkê û pergalên hilanînê, baştir bikin û pêş bixin. Pezdayîna perwerde û bernameyên hişyariyê ji bo civakê di derbarê feydeyên enerjiya bayê û girîngiya derbasbûna ber bi çavkaniyên enerjiya nûjenkirî ve jî pir girîng e.
Amedekar: Muhi Elkurdi
Muhi Elkurdi endezyarê Rêveberiya Sazî û Zanyariyê ye li GE Vernova - LM Wind Power, bi pisporiya projeyên enerjiya bayê li Polonya, Tirkiye û Fransayê. Ew niha li navenda şirketa xwe ya li Danîmarkayê ye.