Kurdên li Yemenê

Pirtûka Nû Dîroka Kêm-Naskirî ya Kurdan li Yemenê Vedibêje

Oct 20, 2025 - 11:39
Oct 20, 2025 - 11:43
Kurdên li Yemenê
Pirtûka Nû Dîroka Kêm-Naskirî ya Kurdan li Yemenê Vedibêje

Hewlêr - Kurdistan: Di pêşveçûnek girîng a lêkolînên dîrokî de, pirtûka nû ya nivîskar Dilêr Ferhan Îsmaîl, bi sernavê "Kurdên li Yemenê: Lêkolîneke di Dîroka Wan a Siyasî û Şaristanî de (1173-1454)", ronahî dide ser beşek ji dîroka Kurdan a ku heta niha ji raya giştî re kêm dihat zanîn. Ev xebata akademîk bersiva pirsa balkêş dide ku gelo Kurd li Yemenê hebûne an na.

Nivîskar Îsmaîl, di pirtûka xwe de, piştrast dike ku erê, Kurd ji serdema Dewleta Eyûbî ve li Yemenê hebûne û roleke girîng lîstine. Li gorî agahiyên di pirtûkê de, Selahedînê Eyûbî, di sala 1173an de, birayê xwe Turanşah bi sê hezar leşkerên Kurd re şand Yemenê. Ev pêngav di bersiva daxwazên alîkariyê yên gelê Yemenê de hat, ku di wê demê de di nav nakokiyên mezhebî, têkoşînên siyasî û aborî de bû. Welat di navbera çar dewletên sereke de dabeş bûbû: Benî(Kurê) Zureyî li Adenê, Benî Hatim li Sanaayê, Benî Mehdî li Zebîdê, û bakurê Yemenê di destê Îmametiya Zeydî de bû.

Nivîskar diyar dike ku Sedema sereke ya vê kampanyayê, kiryarên Abdun Nebî bin Mehdî yê li Zebîdê bû, yê ku li dijî şerîetê tevdigere, zilm li mirovan dikir, jin esîr digirtin û xutbe ji bo xwe bi navê xwe dida xwendin. Ev bû sedem ku Selahedîn tîmeke leşkerî bişîne, piştî ku xelkê ji Xelîfeyê Bexdayê alîkarî xwestin.

Pirtûk rêza mîrên Eyûbî yên ku li Yemenê hikum kirine bi rêz dike, di nav de Seyfûlîslam Tûxtekîn, Melîk Muez Îsmaîl (yê ku mezheba xwe guhert û ji ber wê hat kuştin), Melîk Nasir Seyfûlîslam, Melîk Silêman bin Şahanşah, û Melîk Mesûd. Her wiha tê destnîşankirin ku yekitiya siyasî ya di navbera Misir û Yemenê de cara yekemîn di dema Melîk Turanşah de pêk hat, her çend Turanşah di sala 1175an de Yemen terikand jî, ji ber ku li wir aciz bû.

Piştî mirina Melîk Mesûd, Dewleta Eyûbî di sala 1227an de li Yemenê bi dawî bû, û li ser xirbeyên wê, Dewleta Benî Resûl (1128-1454) hat damezrandin. Pirtûk, bi hûrgilî, rola Kurdan di bin desthilatdariya Benî Resûl de û bicihbûna wan li Yemenê vedibêje, ku Melîkê dawî yê dewleta Resûlî di sala 1452an de bû.

Beşa dawî ya pirtûkê, destkeftiyên şaristanî yên Kurdan li Yemenê û beşdariyên wan ên berbiçav vedibêje, wek mînak "Baxçeyê Sûltan" li Sana'a Kevin, ku behsa sûltanek Eyûbî dike.

Nivîskar di dawiya xebata xwe de balê dikişîne ser parçebûn û şerên di navbera dewletan de wek "nifireke dîrokî" ku civak hîn jî jê xilas nebûye, û tekez dike ku divê ji dersên dîrokê bê fêrbûn. Ew her wiha cûdahiya etnîkî li Yemenê wekî "dewlemendiyeke çandî ya bedew" binav dike, ku jiyana çandî li Yemenê dewlemend dike, û rexne li "tundrewan" digire yên ku difikirin ku li cîhanê welatek heye ku bi neteweyên din re tevlihev nebûye, wan wek kesên "li derveyî serdemê" dibîne.

Ev pirtûk lêkolîneke bêhempa pêşkêş dike ku dihêle xwendevanên Kurd û Ereb, li ser kûrahiya dîroka hevpar a gelên herêmê bifikirin.