Serok Nêçîrvan Barzanî: Mesîhî pêkhateyeke resen a Kurdistanê ne
Serok Nêçîrvan Barzanî: Mesîhî pêkhateyeke resen a Kurdistanê ne

Îro Pêncşemê, 16/10/2025, piştî nîvro, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Patrîkê Pîroz Mar Axnatyûs Eframê Duyem, Patrîkê Dêra Suryanî ya Ortodoks û şandeke pê re kir, ku ji hejmarek metran, qeşe û kesayetiyên olî yên dêrê ji seranserê cîhanê pêk dihat.
Di hevdîtinê de, Patrîkê Pîroz û şandeya pê re, behsa armanca serdana xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê kirin, ku ji bo vekirina du dêran bû; yek ji wan li Hewlêrê û ya din li Dihokê.
Di vî warî de, wan spasî û piştgiriya Serok Nêçîrvan Barzanî û Herêma Kurdistanê ji bo civaka Mesîhî kirin, bi taybetî di demên dijwar û dema koçberiya Mesîhî û pêkhateyên din de di dema şerê li dijî DAIŞê de. Herwiha, wan pêkvejiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyan de li Herêma Kurdistanê bilind nirxand.
Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku Kurdistan bê cudahî, welatê me hemûyan e û ew bi vê pêkvejiyanê bi şanaz û serbilind in. Herwiha, wan piştrast kir ku Herêma Kurdistanê dê di pêşxistin, berfirehkirin û parastina çanda pêkvejiyan, lêborîn û pirrengiyê de berdewam be. Rêzdar herwiha got: "Mesîhî pêkhateyeke resen a vî welatî ne û em hemû di erk û mafan de wek hev in."
Rewşa dêrê û şopînerên wê li Herêma Kurdistanê, Iraqê û welatên cîhanê, mijareke din a hevdîtinê bû.