BCF li Kurdistana Biçûk a Amerîkayê zarokan xelat dike

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) li "Kurdistana Biçûk" a Amerîkayê zarokan xelat dike

Oct 16, 2025 - 17:09
Oct 16, 2025 - 17:18
BCF li Kurdistana Biçûk a Amerîkayê zarokan xelat dike
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) li Kurdistana Biçûk a Amerîkayê zarokan xelat dike

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) di festîvaleke civakî ya Kurdên niştecihên Nashville de, pirtûkên fêrbûna zimanê Kurdî li ser zarokan belav dike û wan xelat dike.

Navenda "Nashville" a Konfederasyona Revenda Kurdistanî, roja Yekşemê, 13/10/2025, li Nashville, ku wek "Kurdistana biçûk" tê nasîn û paytexta Wîlayeta Tennessee ya Amerîkayê ye, festîvalek taybet ji bo rêvenda Kurdî amade kiribû. Di heman demê de, Nûnertiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Amerîkayê ji bo vê bûyerê hatibû vexwendin.

Xunav Emîn, Nûnera Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, bi hemahengî bi Wezareta Perwerdehiya Herêma Kurdistanê re, di wê boneyê de pirtûkên fêrbûna zimanê Kurdî li ser zarokên Kurd belav kir.

Armanca beşdarbûna nûnertiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di çalakiyê de, danasîna kar û çalakiyên dezgehê û avakirina pêbaweriyê bi revenda Kurdistanî re bû.

Li aliyê xwe ve, birêz Nizar Şeranşî, Rêvebirê Navenda Revenda Kurdistanî li Nashville, spasîya Xunav Emîn kir, ji bo amadebûna wê di festîvalê de û belavkirina pirtûk û xelatan li ser zarokan.

Bajarê Nashville, paytexta Wîlayeta Tennessee ya Amerîkayê, tevî ku wek paytexta muzîka welat tê nasîn, lê ji aliyê wan Kurdên ku li wî bajarî dijîn, wek "Kurdistana Biçûk" tê binavkirin.

Di 9ê Îlona 2023an de, herdu bajarên Hewlêra, paytexta Herêma Kurdistanê û Nashville, Wîlayeta Tennessee ya Amerîkayê, peymana xwe ya destexûşkbûnê ragihandin û ji aliyê birêz Umêd Xoşnaw, Parêzgarê Hewlêrê û John Cooper, Serokê Şaredariya Bajarê Nashville ve hat îmzekirin.

Bi Destexûşkbûna bajaran, têgehek ji bo peymana hiqûqî û îdarî ya di navbera du bajarên du welatan de ye, ku di warê civakî û çandî de dişibin hev û dixwazin di warên cuda de hemahengî û hevkariyê bikin.

Bi vê peymanê, herdu rêveberiyên bajaran, di warê diplomasiyê de (peywendiyên aktorên ne-dewletî), destên wan vekirî dibin, da ku peywendî û hemahengiyên cuda hebin û di warên zanyarî, huner, çand, perwerde, hiqûq, çavdêriya tenduristî, rêveberî û xwendina bilind û teknolojî, werzîş, bazirganî û rêveberiya xwecihî ya bajaran de, hevkariyê û karê hevpar hebe.

Amadekar: Salar Babeşêx