Inna Reşî Pêşangeha Dinya Min a Rengîn Li Tiblîsê Vekir
Wênesaza Kurd Inna Reşî (Aloyan) Yekemîn Pêşangeha Şexsî ya Bi Navê "Dinya Min a Rengîn" Li Tiblîsê Vekir
Tiblîs - Gurcistan – Hunermenda Kurd a Êzidî Inna Reşî (Aloyan) roja 28’ê Îlonê li Tiblîsa paytexta Gurcistanê, yekemîn pêşangeha xwe ya şexsî ya bi navê "Dinya Mina Rengîn" vekir. Pêşangeh li hola civaka ruhanî ya Êzîdiyan, li navnîşana Varketil-3, kolana Viktor Kupradze 60, hat lidarxistin û bi berhemên Aloyan ên rengîn û cihêreng, di nav de wêneyên bi rengên rûnî û avî, û herwiha xalîçeyên destan, bal kişand ser xwe.
Nivîskar û çalakvan Hejarê Şamil, di derbarê vê bûyerê de destnîşan kir ku hunera wênesaziyê di nav Kurdên Gurcistanê de pir pêşketiye û Inna Reşî (Aloyan) yek ji wan kesên herî girîng e ku bi vê hunerê re mijûl dibe. Şamil diyar kir ku Aloyan ne tenê bi tabloyan, lê bi hunera gobelîn a xalîçeyên destan jî jêhatîbûna xwe nîşan dide.
Inna Xanim, ku di heman demê de lîstikvane jî, her tim di warê hunerî de xwe pêş dixe û bi vê pêşangehê re careke din behre û qabiliyetên xwe yên berfireh pêşkêşî civakê kir. Hejarê Şamil ji Inna Reşî re serkeftinên mezintir xwest û hêvî kir ku di pêşerojê de ew ê bêtir berhemên xwe yên hêja bi temaşevanan re parve bike.
Pêşangeha ku demjimêr di 15:00 de dest pê kir, rewîtiyeke balkêş li cîhaneke tijî reng û îlhamê pêşkêşî mêvanan kir.
Inna Reşî (Aloyan) di sala 1977an de li bajarê Tiblîsê di malbateke Êzidî de ji dayik bûye. Ji zarokatiya xwe ve hezkirineke wê ya mezin ji şêwekarî û nexşekariyê re hebûye, ku ev yek bû sedem ku riya wê ya pêşerojê diyar bibe. Piştî qedandina dibistanê, wê xwendina xwe li dibistana hunerî ya Toîdze domand. Li vir, Inna hunera gobelînê, ku ne tenê jêhatîbûna hunerî, lê sebir û zanîna teknîkên destan ên kedkar jî dixwaze, bi hostatî fêr bû. Berhemên Inna Reşî, ku berê gelek caran di pêşangehan de hatine pêşkêşkirin, her tim jêhatîbûn û hostatiya wê nîşan dane û vê pêşangeha şexsî weke gaveke girîng di kariyera wê ya hunerî de tê dîtin.