Nêçîrvan Barzanî: Ji Bo Kampanyaya Hilbijartinê Banga Pêdagirbûn û Hevkarîyê Kir

Nêçîrvan Barzanî: Gelê Kurdistanê Divê Wek Civakeke Medenî, Pêşbirkeke Şaristanî Di Vê Pêvajoyê De Bimeşîne.

Oct 3, 2025 - 07:15
Nêçîrvan Barzanî: Ji Bo Kampanyaya Hilbijartinê Banga Pêdagirbûn û Hevkarîyê Kir
Nêçîrvan Barzanî: Gelê Kurdistanê Divê Wek Civakeke Medenî, Pêşbirkeke Şaristanî Di Vê Pêvajoyê De Bimeşîne.

Hewlêr - Kurdistan: Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di peyameke xwe de ku îro di derbarê destpêkirina kampanyaya hilbijartinê ya xula şeşemîn a Encumena Nûneran a Iraqê ya federal de belav kir, bang li hemî aliyên siyasî û welatiyan kir ku kampanyayeke şaristanî birêve bibin. Kampanya hilbijartinê sibe, 3ê Cotmeha 2025an, dest pê dike.

Serok Barzanî di peyama xwe de daxwaz kir ku hemî alî pêdagirê rêkarên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan bin. Barzanî tekez kir ku divê kampanya nîşaneya pêkvejiyan, hevdu qebûlkirin û pirrengiya pêkhateyên Kurdistanê be. Herwiha hişyarî da ku divê pêvajo nebe sedema aloziyê, dabeşkirinê, acizkirina civakê û têkdana aramiya welatiyan.

Barzanî destnîşan kir ku divê her kes di kampanyaya xwe ya siyasî, rê û bernameya xwe de azad be, lê qet divê nefret û kîn belav neke. Wî anî ziman ku gelê Kurdistanê divê wek civakeke medenî, pêşbirkeke şaristanî di vê pêvajoyê de bimeşîne.

Serokê Herêma Kurdistanê giringiya namzetbûna jinan jî anî ziman û ragihand ku divê nav, cîh û rûmeta wan parastî be. Wî herwiha daxwaz kir ku rêz li sembol û pîroziyên hemî pêkhateyan bê girtin, û hêzên ewlehiyê jî bi awayekî pîşeyî û bê cûdahî erkên xwe yên parastina hemîyan bi cih bînin.

Di dawiya peyama xwe de, Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser armanca nûnerên hilbijartî, got ku hemî yên ku ji Herêma Kurdistanê diçin Encumena Nûneran a Iraqê ya federal, armanca wan xizmetkirina gelê Kurdistan û Iraqê ye. Wî got: "Divê bizanibin ku bi yekrêzî, yekîtî û bi hev re dikarin xizmeteke baştir ji bo îro û paşeroja Herêma Kurdistan û Iraqê bikin û maf û destkeftî û berjewendiyên wan biparêzin. Ji ber vê yekê, divê di kampanyayê de tiştekî wisa li hember hev nekin ku sibe nikaribin bi hev re bixebitin."

Barzanî di dawiyê de hêviya kampanyayeke aram û serketî ji bo hemî aliyan, û ji bo Herêma Kurdistan û Iraqê jî aramî, serfirazî û pêşveçûneke domdar xwest.

Naveroka Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî Ji Bo Destpêkirina Kampanyaya Hilbijartinê

Welatiyên hêja yên Kurdistanê,

Hêz û aliyên siyasî,

Sibe ku destpêka kampanyaya hilbijartinê ya xula şeşemîn a Encumena Nûneran a Iraqê ya federal e, ez ji hemî aliyan daxwaz dikim ku pêdagirê karên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan bin. Kampanyayeke şaristanî birêve bibin ku nîşaneya pêkvejiyan, hevdu qebûlkirin û pirrengiya pêkhateyên Kurdistanê be û nebe sedema aloziyê, dabeşkirinê, acizkirina civakê û têkdana aramiya welatiyan.

Bila her kes di kampanyaya xwe ya siyasî, rêçik û bernameya xwe de azad be, lê divê ti kes û aliyek nefret û kîn belav neke. Divê gelê Kurdistanê wek civakeke medenî, pêşbirkeke şaristanî di vê pêvajoyê de bimeşîne. Namzetbûna jinan gelek girîng û bi qîmet e, divê nav, cîh û rûmeta wan parastî be. Herwiha divê rêz li sembol û pîroziyên hemî pêkhateyan bê girtin, û hêzên ewlehiyê jî bi awayekî pîşeyî û bê cûdahî erkên xwe ya parastina hemîyan bi cih bînin.

Di dawiyê de, hemî yên ku ji Herêma Kurdistanê diçin Encumena Nûneran a Iraqê ya federal, armanca wan xizmetkirina gelê Kurdistan û Iraqê ye. Divê bizanibin ku bi yekrêzî, yekîtî û bi hev re dikarin xizmeteke baştir ji bo îro û paşeroja Herêma Kurdistan û Iraqê bikin û maf û destkeftî û berjewendiyên wan biparêzin. Ji ber vê yekê, divê di kampanyayê de tiştekî wisa li hember hev nekin ku sibe nikaribin bi hev re bixebitin.

Ji bo hemî aliyan hêviya kampanyayeke aram û serketî, û ji bo Herêma Kurdistan û Iraqê aramî û serfirazî û pêşveçûneke domdar dixwazim.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

02.10.2025