Dêra Ortodoks a Rûsî Pesnê Çanda Pêkvejiyana Li Kurdistanê Dan
Serok Nêçîrvan Barzanî Li Gel Şandeke Dêra Ortodoks a Rûsî Civiya

Hewlêr - Kurdistan: Îro Çarşemî, 01.10.2025ê sibehê, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, li Hewlêrê pêşwazî li şandeke bilind a Dêra Ortodoks a Rûsî kir. Şanda mêvan bi serokatiya birêz Metran Antonî, berpirsê peywendiyên derve yê Dêra Ortodoks a Rûsî bû û hejmarek ji kesayetiyên olî yên payebilind jî di nav de bûn.
Di civîna ku Maksim Rubin Konsulê Giştî yê Federasyona Rûsyayê li Herêma Kurdistanê jî amade bû de, gelek mijarên girîng hatin gotûbêjkirin. Mijarên sereke ev bûn: rewşa pêkhateyên cuda, bi taybetî civaka Xirîstiyanî li Herêma Kurdistanê; peywendiyên Dêra Ortodoks a Rûsî bi civak û dêrên Xirîstiyanî yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê re; herwiha peywendiyên giştî yên Rûsyayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re.
Şanda Dêra Ortodoks a Rûsî, ku hefteya borî ji bo beşdarbûna konferanseke Dêra Rojhilat a Aşûrî serdana Hewlêrê kiribûn, kêfxweşiya xwe ya ji ber serdana Herêma Kurdistanê anîn ziman. Wan herwiha pesnê çanda pêkvejiyan û jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyên olî û neteweyî de li Herêma Kurdistanê dan. Şandê spasiyeke taybet ji bo parastina maf û azadiyên wan pêşkêş kir.
Serok Nêçîrvan Barzanî jî, ligel xêrhatina germ ji şandê re û anîna ziman a wan kêfxweşiya xwe ji bo vê serdanê, ew weke nîşaneke girîng a piştgiriyê ji Herêma Kurdistanê re bi nav kir. Birêz Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê bi çanda xwe ya pêkvejiyan, hevdu qebûlkirin, lêborîn û toleransê di navbera hemû pêkhateyan de serbilind e û wê her tim parêzvanê vê çandê be.
Hevdîtin û çavpêketinên şandê digel nûnerên pêkhateyên cuda yên olî li Herêma Kurdistanê, qonaxên têkiliyên dîrokî yên Herêma Kurdistanê bi Federasyona Rûsyayê re, û girîngiya gotûbêj û diyalogê di navbera pêkhateyên olî û neteweyî de û peywendiyên wan bi derve re, mijarên din ên girîng ên civînê bûn.