Harris: Amerika Pabendî Pêşxistina Peywendî û Hevkariyê Ye
Serok Neçîrvan Barzanî û Karbidestê Balyozxaneya Amerîkayê Têkiliyên Dualî û Pêşhatên Herêmê Gotûbêj Kirin
Hewlêr - Kurdistan: Nîvroya îro, Çarşem, 24ê Îlona 2025an, Serokê Herêma Kurdistanê, rêzdar Neçîrvan Barzanî, pêşwaziya birêz Joshua Harris, Karbidestê Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê, û şandeke pê re kir.
Di civînekê de, peywendiyên Amerîkayê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re hatin nirxandin. Herwiha, gotûbêjên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo çareserkirina pirsgirêkan, rewşa aborî û giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, û hilbijartinên giştî yên pêşerojê yên Iraqê, di rojevê de bûn.
Herdu aliyan tekezî li ser xurtkirina peywendiyên Amerîkayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re kirin. Birêz Harris diyar kir ku Amerîka girîngiyê dide berjewendî û nirxên hevpar bi Herêma Kurdistanê re û dûpat kir ku welatê wî pabendî pêşxistina peywendî û hevkariyê ye.
Li ser pirsgirêka mafên darayî û mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê, herdu alî li hev kirin ku divê ev dosye di demeke herî zû de were çareserkirin û bi awayekî mayînde were yekalîkirin.
Metirsiyên terorê û şerê li dijî gefên DAIŞê, pêşhatên Rojhilata Navîn û rewşa herêmê bi giştî, beşeke din a civînê bû. Konsula Giştî ya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê jî di vê civînê de amade bû.