Chopy Fatah Li Hewlêrê Konserek Dide: "Hûn ê Konserê Geş Bikin"

Konser li devera Enkawa ya Hewlêrê tê lidarxistin û tê payîn ku gelek alîgirên hunermendê ji her derê herêmê berê xwe bidin wir. Chopy Fatah di peyama xwe de dilxweşiya xwe anî ziman û bi gotina "Li benda we me!" dawî li daxuyaniya xwe anî.

Sep 19, 2025 - 21:12
Chopy Fatah Li Hewlêrê Konserek Dide: "Hûn ê Konserê Geş Bikin"
Hunermenda navdar a Kurd Çopî Fetah (Chopy Fatah)

Hewlêr - Kurdistan: Hunermenda navdar a Kurd Çopî Fetah (Chopy Fatah) ragihand ku ew ê di roja Pêncşemê, 26'ê Îlona 2025'an de, li bajarê Hewlêrê, li Hola Marina (@marinaerbil), konserekê bide. Fatah bang li gûhdarvan û temaşevanên xwe kir ku beşdarî vê bûyera şahiyê bibin û got, "Bi amadebûna we, hûn ê konserê geş bikin."

Konser li devera Enkawa ya Hewlêrê tê lidarxistin û tê payîn ku gelek alîgirên hunermendê ji her derê herêmê berê xwe bidin wir. Chopy Fatah di peyama xwe de dilxweşiya xwe anî ziman û bi gotina "Li benda we me!" dawî li daxuyaniya xwe anî.

Ev konser di çarçoveya çalakiyên hunerî yên li Marina Erbil ya li Herêma Kurdistanê de cih digire û dê bibe derfetek ji bo gûhdarvan û temaşevanan ku hunera Chopy Fatah ji nêz ve bibînin û kêfê ji vê konserê werbigrin.