2. Festîvala Fîlmên Kurdî Li Vancouverê Tê Li Dar Xistin

Mijara îsal a festîvalê "Dengê Jinan" e, û ew balê dikişîne ser vegotinên jinan di fîlmsaziyê de, herwiha hêza ziman û nasnameyê di sînemaya Kurdî de bilind dinirxîne.

Sep 15, 2025 - 18:19
2. Festîvala Fîlmên Kurdî Li Vancouverê Tê Li Dar Xistin
2. Festîvala Fîlmên Kurdî Li Vancouver

Vancouver - Kanada: Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî Li Vancouverê li Kanadayê dê li 17-19.10.2025 bê lidarxistin, ku tê de gelek fîlmên Kurdî dê werin pêşandan.

Tê plankirin ku meha bê duyemîn gera Festîvala Fîlmên Kurdî ya Vancouverê pêk were. Rêveberên festîvalê li ser rûpela xwe ya fermî, yekemîn trêler û posterê fermî yê festîvalê belav kirine, nîşan didin ku ew ji bo destpêka gera duyemîn a festîvalê amade ne.

Mijara îsal a festîvalê "Dengê Jinan" e, û ew balê dikişîne ser vegotinên jinan di fîlmsaziyê de, herwiha hêza ziman û nasnameyê di sînemaya Kurdî de bilind dinirxîne.

Festîval dê di rojên 17 heta 19ê Cotmeha 2025ê de pêk were û îsal pêşwaziyeke gelek baş jê re hatiye kirin. Dused fîlmên Kurdî hatine şandin û ji wan jî bîst û du fîlm hatine hilbijartin ku nûneratiya fîlm û sînemaya Kurdî dikin û dê ji bo bidestxistina xelatan rikeberiyê bikin. Xelat ev in: Xelata Fîlmê Dirêj ê Herî Baş, Kurtefîlmê Herî Baş, Xelata Jûriyê û Xelata Temaşevanan. Jûrî jî ji hejmarek sînemagerên xwedî tecrûbe yên Kanadayî û Kurd pêk tê.

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Vancouverê, ji aliyê hunermend û şanogerê navdar ê Kurd Rizgar Heme tê rêvebirin, ligel çend hunermendên din ên Kurd, wek: Salih Arif, Niwar Emîn, Saman Mistefa, Hoşyar Hisên, Koçer Ebubekir û Rêkan Seyda. Armanca festîvalê jî avakirina pirekê ye ji bo naskirina sînema, çand û çîrokên mirovî yên Kurdan bi temaşevanên biyanî û Kanadayî yên li Vancouverê.

Hîn bêtir agahî derbarê festîvalê nehatine weşandin, lê di demeke nêz de navên fîlmên beşdarbûyî dê bên ragihandin û navên endamên jûriyê jî dê bên eşkerekirin.