Serok Barzanî: Dê Bi Hev re û Bi Azadî û Serbilindî Bijîn

Serok Barzanî Pêşwaziya Şandeke Aşûrî ya Amerîkî Kir, Tekezî li ser Yekîtiya Çarenûsê Kirin, Barzanî got, "Hem di rabûriyê de û herwiha di paşerojê de jî dê bi hev re û bi azadî û serbilindî bijîn."

Sep 15, 2025 - 17:16
Sep 15, 2025 - 17:18
Serok Barzanî: Dê Bi Hev re û Bi Azadî û Serbilindî Bijîn
Serok Barzanî û Şandeke Aşûrî ya Amerîkî

Hewlêr - Kurdistan: Roja Duşemî, 15ê Îlonê 2025, Serok Mesûd Barzanî li Baregeha Barzanî pêşwaziya şandeke bilind a kesayetiyên Aşûrî yên niştecihê Amerîkayê kir. Şand bi serokatiya birêz Sam Dermo, Serokê Saziya Aşûriyan ji bo Edaletê, bû. Di vê civînê de, Serok Barzanî tekezî li ser pêwendiyên dîrokî yên di navbera Aşûrî û gelê Kurdistanê de kir, û peyameke xurt a yekîtiyê û pêkvejiyanê da.

Li gor ragihandina Baregeha Barzanî, Serok Barzanî daxuyand ku civaka Aşûrî û hemû pêkhateyên din ên Herêma Kurdistanê gelên resen ên vî welatî ne, û diyar kir ku çarenûsa wan bi hev ve girêdayî ye. Barzanî got, "Hem di rabûriyê de û herwiha di paşerojê de jî dê bi hev re û bi azadî û serbilindî bijîn."

Serok Barzanî herwiha destnîşan kir ku hemû dezgeh û saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê bibin alîkar û piştgir ji bo hemû wan penaberên ku ji ber rewşa nebaş a herêmê hatine derbiderkirin û niha li Herêma Kurdistanê niştecih in. Armanc ew e ku ev kes hest bi hebûn, mayîn, aşîtî, aramî û paşerojeke geş li Kurdistanê bikin.

Ji aliyê xwe ve, şanda Aşûrî ya Amerîkî kêfxweşiya xwe ya mezin bi pêşketinên li Herêma Kurdistanê û bi taybetî jî bi vê hevdîtina bi Serok Barzanî re anî ziman. Wan tekez kir ku ew niha hest bi xweşhaliyeke zêde dikin ku li welatê xwe û di nava kesûkarên xwe de ne, û xwe ji xelkê Herêma Kurdistanê cuda nabînin.

Di dawiya civînê de, rewşa niha û guherînên dawî yên li herêmê jî di nav mijarên nîqaşê de bûn.