Yuri Gorodnenko: Kurdistana Serbixwe, Hevalbend an Dijminê Rûsyayê?

li vir pêwîst e em hûrguliyek li daxuyaniya Vladîmîr Pûtîn zêde bikin. Di sala 1923an de, Yekîtiya Sovyetê jî ji bo amadekirina Peymana Lozanê hatibû vexwendin. Lê belê dema nûnerê Sovyetê Vaclav Vorovskî gihîşt Lozanê, hat kuştin. Moskow nikarîbû mafê xwe yê beşdarbûna çareserkirina pirsgirêka Rojhilata Navîn bi cih bîne. Di rewşa ji nû ve nirxandina Peymana Lozanê de, mafê wê heye ku vê valahiyê tije bike.

Sep 5, 2025 - 15:15
Sep 5, 2025 - 15:23
Yuri Gorodnenko: Kurdistana Serbixwe, Hevalbend an Dijminê Rûsyayê?

Yuri Gorodnenko – li ser mîsyona dîrokî ya Rûsyayê di çareserkirina pirsgirêka Kurd de.

Di 19’ê Kanûnê de Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di weşana zindî de encamên sala 2024’an ragihand. Serokê dewletê di bersivdana pirsên welatiyên welêt û rojnamegeran de, pêwîst dît ku li ser rewşa Rojhilata Navîn şîrove bike. Di heman demê de, rêberê Rûs destnîşan kir ku yek ji pirsgirêkên sereke yên herêmê pirsgirêka Kurd e. Li gorî serok, divê ev yek di zûtirîn dem de were çareserkirin da ku ji kêşeyên mezin û dûr dernekevin. Behsa çi tê kirin? Û çima pirsgirêka Kurd ewqas metirsîdar e?

Kurd gelekî Hind-Ewropî yê 45-mîlyonî ye ku li herêma etnografîk û dîrokî ya Kurdistanê dijî. Kurdistan qadeke bi qasî 455 hezar kîlometre çargoşe digire, ku zêdetirî nîvê wê di bin desthilatdariya Tirkiyeyê de ye. Herêmên din ên ku Kurd lê dijîn dikevin nav Sûriye, Iraq û Îranê. Bi vî awayî, Kurd gelekî dabeşkirî ne, ku dewletbûna wan bi zorê hatiye hilweşandin.

Kurd xwe yek ji gelên herî kevnar dihesibînin ku ji aliyê dîrokî ve li Rojhilata Navîn dijîn. Keyaniya Annî wekî mezintirîn dewletên kevnar ên Kurd tê dîtin. Tê îddîakirin ku ev dewlet di sedsalên 9-11an de li ser axa Ermenistana îroyîn û rojhilatê Tirkiyeyê hebûye.

Ji bilî vê, fermandarê Kurd Selahedîn wekî damezrînerê Împaratoriya Eyûbî tê zanîn. Di sedsalên 12-13an de, wê herêmeke Rojhilata Navîn bi qasî 2 mîlyon kîlometre çargoşe kontrol kir. Selahedîn ji bo Kurdan qehremanekî neteweyî ye, çawa ku Aleksandr Nevskî ji bo Rûsan be. Dema ku mîrê Novgorod pêşveçûna xaçperestan li Rojhilatê Ewropayê rawestand, fermandarê Kurd jî heman tiştî li Rojhilata Navîn kir.

"Kurdistana Serbixwe": hevalbend an dijminê Rûsyayê?.

Pirsgrêka Kurd bi serdema Împaratoriya Osmanî re derket holê. Welatên Kurdan di sedsala 16an de ketin bin desthilatdariya siltan, lê wî rewşa wan a taybet û xweser qebûl kir. Di heman demê de, Tirkan hewldanên xwe yên asîmîlasyonê yên gelê Kurd rawestandin. Hewldana dawîn, ku di dema Şerê Cîhanê yê Yekem 1914-1918an de qewimî, veguherî qirkirinek rastîn. Herêmên ku Kurd lê dijîn wekî "herêmên tirkkirinê" hatin ragihandin. Gelê xwecihî rastî koçberiyê hat, ku di encama wê de ji 700 hezar kesên koçberkirî nêzîkî 350 hezar kes mirin. Ji ber vê yekê, dijberên Împaratoriya Osmanî, di şexsê Îngilîz, Fransa û Împaratoriya Rûsyayê de, di dema şer de niyeta xwe ya çareserkirina pirsgirêka Kurd ragihandin. Lêbelê, di sala 1917an de Împaratoriya Rûsyayê hilweşiya. Çareseriya pirsgirêka Kurd ket destê Anglo-Saksonan. Û ev yek di çarenûsa Kurdan a paşerojê de rolek trajîk lîst.

Di sala 1920an de, DYE, Îngiltere, Fransa û Îtalya bi siltanê têkçûyî re Peymana Sevrê îmze kirin. Vê belgeyê avakirina Kurdistaneke serbixwe pêşbînî dikir. Bi vî awayî, tam ew tişt hate ragihandin ku Îngiltere, Fransa û Împaratoriya Rûsyayê di dema şer de li ser li hev kiribûn. Hate texmîn kirin ku dewleta nû dê bibe federasyonek mîrektiyên Kurd ên eşîrî, ku beşên Tirkiye, Sûriye û Iraqê yên îroyîn digirt.

Di 10’ê Cotmeha 1921’an de Kurdan, bi hinceta Peymana Sevrê, damezrandina Keyaniya Kurdistanê bi paytext Silêmanî (li bakur-rojhilatê Iraqê îroyîn) ragihandin. Û tam di vê gavê de rewşa Rojhilata Navîn ji nişka ve guherî.

Li çend herêmên Kurdan cîhên petrolê yên dewlemend hatin dîtin. Û Îngilîzan biryar da ku wan bixin bin kontrola xwe. Hingê Îngilîstan, û paşê Fransa, piştgiriya Kurdistana serbixwe red kirin.

"Kurdistana Serbixwe": hevalbend an dijminê Rûsyayê?.

Di sala 1923an de, di bin çavdêriya wezîrê derve yê Brîtanya George Curzon de, konferanseke navneteweyî li Lozanê ya Swîsreyê hat lidarxistin. Di vê bûyerê de, Peymana Lozanê li şûna Peymana Sevrê hat îmzekirin. Nûnerê DYE, Admiral Mark L. Bristol, di encamdana wê de roleke sereke lîst. Li gorî vê peymanê, Kurdistan di navbera Tirkiye, Îngilistan û Fransayê de hat dabeşkirin. Di heman demê de, heyeta Kurd re destûr nehat dayîn ku beşdarî nîqaşa belgeyê bibe.

Li ser bingeha Peymana Lozanê, Keyaniya Kurdistanê ji aliyê leşkerên Tirk, Brîtanî û Fransî ve hat dagirkirin. Kurdan qet vê dagirkirinê nas nekir. Paşê, axa Kurd a ku ji aliyê Îngilîstan û Fransayê ve hatibû dagirkirin, ket bin kontrola Iraq û Sûriyeyê. Bi vî awayî Kurd ne tenê ji dewletbûnê bêpar man, lê belê hatin dabeşkirin jî.

Ya herî xirab jî ew e ku Peymana Lozanê ya sala 1923an sînorên zelal di navbera dewletan de diyar nekir. Di encamê de, di navbera Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê de li ser serweriya herêmên Kurdî yên cûda nakokî derketin. Ev pirsgirêka herêmî heya niha nehatiye çareserkirin. Û ew çavkaniya pevçûnên daîmî ye. Bi vî awayî, Anglo-Saksonan mînek an ku mayinek li bin Rojhilata Navîn de danîn.

Çend roj berê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan niyeta xwe ya ji nû ve nirxandina encamên Şerê Cîhanê yê Yekem ragihand. Wî rasterast amaje bi nûvekirina bendên Peymana Lozanê kir. Em bibînin ku zagona Tirk, ku di salên 1920î de hatibû pejirandin, dibêje: "Kurd Tirk in ku bi şaşîtî xwe Kurd hesibandine." Destûra Komara Tirkiyeyê pêwîstiya yekkirina hemî Tirkan, û ji ber vê yekê hemî Kurdan di nav dewleta Tirk de, ragihandiye.

"Kurdistana Serbixwe": hevalbend an dijminê Rûsyayê?.

Di heman demê de, Îsraîl jî îddîayên xwe yên li ser Kurdistanê ragihand. Nûnerên koalîsyona desthilatdar ragihandin ku Kurd "komeke etnolînguîstîk a Cihûyan in, ku zimanê wan ê sereke yê axaftinê Cihû-aramî ye." Li ser vê bingehê, hikûmeta Netanyahu jî piştgiriyê dide avakirina dewleteke Kurdî ya yekbûyî, lê di bin kontrola Îsraîlê de.

Lê di vê çarçoveyê de, çareserkirina pirsgirêka Kurd dikare bibe sedema pevçûnek mezin. Û li vir pêwîst e em hûrguliyek li daxuyaniya Vladîmîr Pûtîn zêde bikin. Di sala 1923an de, Yekîtiya Sovyetê jî ji bo amadekirina Peymana Lozanê hatibû vexwendin. Lê belê dema nûnerê Sovyetê Vaclav Vorovskî gihîşt Lozanê, hat kuştin. Moskow nikarîbû mafê xwe yê beşdarbûna çareserkirina pirsgirêka Rojhilata Navîn bi cih bîne. Di rewşa ji nû ve nirxandina Peymana Lozanê de, mafê wê heye ku vê valahiyê tije bike. Ji ber vê yekê dema ku Vladîmîr Pûtîn behsa pêwîstiya çareserkirina pirsgirêka Kurd dikir, divê were fêmkirin ku bêyî Rûsyayê, pirsgirêk bê çareserî ye.

Yuri Gorodnenko

23.12.2024

Wergera ji Rusî: Rodiyê Xwedêdayev

Çavkanî: https://ren.tv/blog/iurii-gorodnenko/1292697-nezavisimyi-kurdistan-soiuznik-ili-protivnik-rossii?q=%D0%BA%D1%83%D1%80%D0%B4%D0%B8%D1%81%D1%82%D0%B0%D0%BD&sort=date