Keça Kurd Zara Rûsyayê giriyand
Zara, Hunermenda Kurd a Rûmetdar, Bi Dengê xwe li Konserta Piştevaniya Dijî Terorîzmê ya St. Petersburgê Deng Veda
ST. PETERSBURG, RÛSYA – Di 3ê Îlonê de, ku wekî Roja Piştevaniyê ya Dijî Terorîzmê tê pîrozkirin, li ser kanala televîzyonê ya "St. Petersburgê" konserek taybet bi navê "Emê Bijîn!" hate lidarxistin. Di vê bûyera girîng de, hunermenda Kurd a navdar û Xelatgira Hunermenda Rûmetdar a Rûsyayê, Keça Kurd a Serbilind Zara, bi dengê xwe yê hestiyar û performansa xwe ya bilind dil û hestên hemû temaşevanan lerizand rondikê li çavê guhdarên xwe de barand.
Konser ji bo bîranîna qurbaniyên terorê û nîşandana piştevaniyê ji bo têkoşîna li dijî vê hovîtiyê, hate organîzekirin. Peyama sereke ya bûyerê, ku di dilê her kesî de cîh girt: "Ji bo wan ên ku her dem di dil de ne, navên wan wê bên bîranîn!" Ev peyam, ku bi muzîk û gotinên Vladimir Vysotsky hate bilindkirin, giyanê konserê ava kir.
Beşdariya Zara, wekî hunermendeke Kurd a ku bi piranî li ser qadên navneteweyî cih digire, hem ji bo civata Kurd hem jî ji bo temaşevanên li Rûsyayê xwedî wateyeke taybet bû. Wê, bi hunera xwe, peyama yekîtî û berxwedanê li hemberî terorê bi awayekî xurt gihand.
Di konsertê de, ji bilî Zara, gelek hunermendên din ên navdar jî beşdar bûn. Di nav wan de Hunermenda Rûmetdar a Rûsyayê Olga Kormukhina, Hunermendê Rûmetdar ê St. Petersburgê Grigory Chernecov, beşdarê bernameya "Golos. Deti" Andrey Averin, stranbêj û nivîskar Margarita Adyasova, hunermendên Şanoya Komediyê ya bi navê N. P. Akimov, koma dansê "Nevskie Zori", koma "Feel’armonia" û koma "Deti Poyut" hebûn.
Ev bûyera çandî, ku bi riya muzîk û hunerê, bîranîn û piştgiriyê dida qurbaniyên terorê, bi serkeftî hate lidarxistin û ji aliyê gel ve eleqeyeke mezin dît.