Ashley a Amerîkî li Kurdistanê pêşangeha xwe vekir
Hêjayî gotinêye ku berhem, marka û brandên Amerîkî li Herêma Kurdistanê di geşkirinê de ne û ev yek jî sedema bihêzkirina pêwendiyên aborî yên di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Herêma Kurdistanê de ye.
Îro bi beşdariya Steve Fagin, Karbidestê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê, Wendy Green Konsula Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê û Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û çendîn bazirgan û karsazên Kurd û Amerîkî û biyanî bi giştî pêşangeha Ashley ya Mobilyayan li Hewlêrê hate vekirin.
Pêşangeha herî nû ya mobîlyayên (Ashley) ya Amerîkî ji aliyê Grupa Kompanyayên Dîwan ya endamê Jûra Bazirganî ya Amerîka - Kurdistanê ye û Birîkarê mobîlyayên (Ashley) yên Amerîkî ye li Iraqê hate vekirin. Di rêwresma vekirinê de Steve Fagin Karbidestê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê û Umêd Xoşnaw Parêzgarê Hewlêrê ji bo vekirina pêşangeha herî nû û herî mezin a mobîlyayên Ashley li Hewlêrê pîrozbahiyê li Grupa Dîwan kirin.