Deşnê Murad "Giyanim" Canê Min Belav Kir
Herwiha, Deşnê xwediyê çendîn berhemên xwe yên taybet e û bi hevkariya hunermendên din re jî gelek berhem pêşkêşî hezkiriyên xwe kiriye.
Hunermend Deşnê Murad berhema xwe ya nû bi navê Giyanim "Canê Min" belav kir. Deşnê li ser kanala xwe ya YouTube berhema "Canê Min" wek vîdeoklîp weşand.
Derhêneriya berhema nû ya Deşnê ji aliyê Rebecca Powell ve hatiye kirin, Media Works prodaksiyona wê kiriye û Paul Mackey jî karê wênekêşiyê kiriye.
Pênc meh beriya niha jî, Deşnê ji bo pîrozkirina cejna Newrozê vîdeoklîpek bi navê "Cejne" belav kiribû.
Deşnê Murad di 1ê Çileya Paşîn a 1986an de li Silêmaniyê ji dayik bûye. Ew stranbêj, çalakvana mafên mirovan û parêzvana jîngehê ya Kurd e.
Di sala 1997an de, ew û malbata xwe koçî Hollandayê kirin. Di 16 saliya xwe de, ew tevlî komeke govendê bû û du salan wek model xebitî. Yekem derketina wê ya fermî di warê medyayê de di bernameya "Bê Kontrol" a Kurdistan TV de bû. Piştre, wê bi rêya bernameyên "Deşnê Show" û "Korek Star" li ser Korek TV karê xwe yê medyayî domand.
Herwiha, Deşnê xwediyê çendîn berhemên xwe yên taybet e û bi hevkariya hunermendên din re jî gelek berhem pêşkêşî hezkiriyên xwe kiriye.