Edward Algren: Divê ew êrîşên dronî yên li ser Kurdistanê bêne rawestandin

Her wiha şanda mîhvan wan êrîşên dronî şermezar kirin ku li ser Herêma Kurdistanê têne kirin û palpiştiya xwe ji bo parastina asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê dûpat kirin û daxwaz kirin ku her çi zûtire ew êrîş bêne rawestandin û encamderên wan bêne eşkere kirin û rûbirûyê yasa bêne kirin.

Jul 31, 2025 - 16:22
Edward Algren: Divê ew êrîşên dronî yên li ser Kurdistanê bêne rawestandin

Serok Barzanî pêşwaziya şandeke serbazî ya Brîtanyayê kir

Roja pênçşema 31 ê tîrmeha 2025 li Selaheddînê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke serbazî ya Brîtanyayê ya bi Serokayetiya birêz Edward Algren Şêwirmendê Bilindê Berevaniya Brîtanya yê Karubarên Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê kir.

Li vê hevdîtinê de ku birêz Andrew Bizley Konsulê Giştî yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê amade bû, guhertinên dawî û rewşa siyasî û emnî ya Iraq û navçeyê bi giştî xistin ber behs û guftûgoyan. Her wiha şanda mîhvan wan êrîşên dronî şermezar kirin ku li ser Herêma Kurdistanê têne kirin û palpiştiya xwe ji bo parastina asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê dûpat kirin û daxwaz kirin ku her çi zûtire ew êrîş bêne rawestandin û encamderên wan bêne eşkere kirin û rûbirûyê yasa bêne kirin.

Her li vê hevdîtinê de tekez li ser bihêzkirina hevkarî û hemahengiya serbazî û emnî ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistan û Brîtanyayê kirin. 

Peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal û rewşa siyasî ya navxweya Herêma Kurdistanê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.