Serok Nêçîrvan Barzanî bi Fermandarê Giştî yê HSDê re civiya
Serok Nêçîrvan Barzanî bi Fermandarê Giştî yê HSDê re civiya
Îro sibeha Sêşemê 26.05.2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Mazlûm Ebdî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir.
Di civînê de, rewşa Sûriyê û Kurd û pêkhateyên wan li wî welatî hate nîqaşkirin, her wiha di derbarê geşedanên herêmê, girîngiya parastina aramiyê û rûbirûbûna metirsiyên terorê de, danustandina bîr û ramanan kirin.
Ji aliyê xwe ve, birêz Mazlûm Ebdî spasî û rûmeta xwe ji bo piştgiriya berdewam a Serok Nêçîrvan Barzanî û serkirdayetiya Herêma Kurdistanê ji bo mafên Kurd û pêkhateyên li Sûriyê nîşan da.
Her di civînê de, tekez li ser pêwîstiya diyalog û lihevkirina aliyên kurdî li Sûriyê ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi Şamê re kirin.
Çend pirsên din ên cihê girîngiya hevbeş, mijareke din a civînê bûn.