Peyama Serok Barzanî bi boneya 50 saliya salvegera destpêkirina Şoreşa Gulanê

Peyama Serok Barzanî bi boneya 50 saliya salvegera destpêkirina Şoreşa Gulanê

May 26, 2026 - 10:24
Peyama Serok Barzanî bi boneya 50 saliya salvegera destpêkirina Şoreşa Gulanê
Peyama Serok Barzanî bi boneya 50 saliya salvegera destpêkirina Şoreşa Gulanê

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Şoreşa Gulanê qonaxeke girîng û çarenivîssaz a xebata gelê Kurdistanê bû. Ev şoreş berdewamî û hilgirê peyam û armancên Şoreşa Mezin a Îlonê bû. Şoreşa Gulanê ji bo her kesî îsbat kir ku heger di qonaxekê de xebata gelê Kurdistanê ji bo demeke kurt rawestiyabe jî, lê vîna gelê Kurdistanê ti carî neşikestiye, berevajî ji bo gihîştina bi armancên pîroz bi hêvî û hêzeke nû di têkoşîn û xebata xwe de berdewam bûye. Şoreşa Gulanê serkeftinê bi dest xist, ji ber ku pişta xwe bi qehremaniya pêşmerge, berxwedana cemawer, rêxistineke bihêz û dirûşm û armancên zelal girê da.

Di 50 saliya destpêkirina Şoreşa Gulanê de, ez spasiya cemawerê Kurdistanê û hemû wan têkoşer, pêşmerge û niştimanperweran dikim ku li hundir û derveyî Kurdistanê roleke qehremanane di Şoreşa Gulanê de lîstine û dîrokeke geş û tije şanazî ji bo gelê xwe tomar kirine.

Di vê bîranînê de, em silavan ji bo canê yekem şehîdê Şoreşa Gulanê Şehîd Seyîd Ebdullah Hacî Omeranî û şehîdên Şoreşa Gulanê û hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê dişînin. Azadî û destkeftên din ên gelê me berhema xwîna şehîdan, qehremaniya pêşmerge û ked û dilsoziya xebatkarên Şoreşa Gulanê û hemû şoreşên gelê Kurdistanê ne.

Mesûd Barzanî
26ê Gulana 2026an