Serok Nêçîrvan Barzanî bi Sekreterê Giştî yê Tevgera Esayîb Ehlulheq re civiya

Serok Nêçîrvan Barzanî bi Sekreterê Giştî yê Tevgera Esayîb Ehlulheq re civiya

May 5, 2026 - 15:19
Serok Nêçîrvan Barzanî bi Sekreterê Giştî yê Tevgera Esayîb Ehlulheq re civiya
Serok Nêçîrvan Barzanî bi Sekreterê Giştî yê Tevgera Esayîb Ehlulheq re civiya

Her di berdewamiya hevdîtinên xwe yên li Bexdayê de, berînîvroya îro sêşemê 05.05.2026, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi birêz Qeys El-Xezelî, Sekreterê Giştî yê Tevgera Esayîb Ehlulheq re civiya.
 
Di civînê de, rewşa siyasî ya welat, pêvajoya avakirina hikûmeta nû ya federe, pêşhatên herî dawî yên rewşa navçeyê û bandor û encamên wê li ser Iraqê, hatin gotûbêjkirin.
 
Herdu aliyan tekezî li ser giringiya hevfêmkirina hevbeş ji bo çareserkirina probleman û berdewamiya harîkariya navbera hêzên siyasî kirin ji bo derbaskirina astengiyan di berjewendiya bilind a welat û tevahiya pêkhateyên wê de.