Serok Nêçîrvan Barzanî û Serok Macron tekez li ser parastina aramiyê kirin
Serok Nêçîrvan Barzanî û Serok Macron tekez li ser parastina aramiyê kirin
Îro Şemî, 07.03.2026 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke telefoniyê ji birêz Emmanuel Macron, Serok Komarê Fransayê wergirt.
Di peywendiyê de, li ser rewşa herêmê û encamên şer de, danûstandina bîr û ramanan kirin. Herdu aliyan dilgiraniya xwe ya kûr li hember metirsiyên zêdebûna aloziyan anîn ziman û li ser pêwîstiya zêdetirkirina hewldanên navdewletî ji bo rêgirtina li ber firehbûna zêdetir a qada pevçûnan, bi awayekî ku aştî û ewlehî vegere gelên herêmê de, hemfikir bûn.
Di beşeke din a gotûbêjê de, peywendiyên Fransa bi Iraq û Herêma Kurdistanê re û berdewamiya hevkariyan hatin gotûbêjkirin. Herdu aliyan tekez li ser xurtkirina van peywendiyên dostane kirin, ku dîrokeke dirêj a hevkariyê û hevrêziyê di warên cûda de heye.
Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî jî spasiya rola pêşeng a Serok Macron û Fransayê kir ji bo piştgiriya wan a berdewam ji Herêma Kurdistanê û Iraqê re, bi taybetî di hewldanên dîplomatîk de ji bo dûrxistina herêmê ji metirsiyên şer û aloziyan.