Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Alîkariya Niştecihên Rojavayê Kurdistanê Dike.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Alîkariya Niştecihên Rojavayê Kurdistanê Dike.

Feb 14, 2026 - 17:09
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Alîkariya Niştecihên Rojavayê Kurdistanê Dike.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Alîkariya Niştecihên Rojavayê Kurdistanê Dike.

Di çarçoveya projeyên xizmetguzariyê yên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji bo niştecihên Rojavayê Kurdistanê, di 14ê Sibata 2026an de, alîkarî û piştgiriyên curbecur ji bo 1.025 malbatên xwecihî li bajarê Qamişloyê hatin pêşkêşkirin.

Ev proje pêngaveke nû ye di bernameyên berdewam ên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî de ji bo piştgiriya niştecihên Rojavayê Kurdistanê, ku li gorî plana duyemîn a vê dezgehê, alîkarî bi awayekî berdewam ji bo bajarên Rojavayê Kurdistanê têne şandin. Alîkarî ji selikên xwarinê, berhemên şîrî, şîrê zarokan û pêdiviyên bingehîn ên jiyanê pêk dihatin.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di destpêka alozîyên Rojavayê Kurdistanê de, bi tîmeke berfireh a mirovî û piştgiriyên maddî gihîşte Rojavayê Kurdistanê, û piştre bi piştgiriya wezaret û fermangeh û dibistan û kesayetiyên xêrxwaz û kompanîyên Herêma Kurdistanê, di gihandina alîkarî û pêwendiyên bi gelê Rojavayê Kurdistanê re berdewam e, ji bo dabînkirina pêdiviyên bingehîn ên niştecihên herêmê.