Guhertina dîjîtal bingeha paşeroja Herêma Kurdistanê ye…
Paşeroja Herêma Kurdistanê bi guhertina dîjîtal û nûkirina sîsteman bi giştî ve girêdayî ye. Pêşxistina sîstema dayîna dîjîtal, hikûmeta elektronîk û xizmetguzariyên giştî, rûtîn û gendeliyê kêm dike û leza danûstandinên îdarî û darayî zêde dike.
Ev guhertin bingehekî xurt in ji bo pêşketina aboriyeke bihêz, pêşxistina teknolojiyê û baweriya xelkê û paşerojeke aram û pêşketî ji bo Herêma Kurdistanê. Ev guhertin di her welatekî de, bi taybetî ji bo Herêma Kurdistanê, bandoreke mezin li ser jiyana rojane ya xelk û civakê dike.
Plan û stratejiya demdirêj a kabîneya nehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi serokatiya birêz Mesrûr Barzanî, bi awayekî çalak û bi bandor hatine cîbicîkirin û pêk anîn. Gavên hikûmetê di warê avakirina binesaziya aborî ya Herêmê de bi berdewamî ber bi pêş ve diçin, ev guhertin jî hêsankariyê çêdikin ji bo girêdana Herêma Kurdistanê bi cîhana derve re, bi taybetî di anîna veberhênanên biyanî bo nav Herêmê.
E-pûsûle yek ji mînakên pêşketî yên van guhertinên girîng e ku çendîn aliyên pêşketinê tê de pêk tîne, ev cure sîstem Kurdistanê nêzî standardên cîhanî dikin, bêguman feydeyên vê sîstemê pir in, bi taybetî jiyana rojane ya gelê Kurdistanê hêsan dike, dema dayîna pere bi awayekî elektronîk be, baweriya gel bi saziyên dewletê zêdetir dibe û her wiha sedemeke girîng e di sepandina şefafiyetê û kêmkirina gendeliyê de.
Hikûmeta elektronîk û hevalbendiya teknolojiyê bingeheke sereke ne ji bo pêşxistina xizmetguzariyên hevdem. Pêwîst e em hemî bi xwe bawer bin ku em ji welatên pêşketî yên cîhanê ne kêmtir in, ji ber ku xwe-bawerî û îrade, sedemên bi bandor in ji bo çêkirina guhertinên bingehîn.
Kovan Omer
26.02.2026