Le Monde: Nêçîrvan Barzanî Roleke Sereke Di Rêkeftina HSD û Şamê de Lîstiye
Le Monde: Nêçîrvan Barzanî Roleke Sereke Di Rêkeftina HSD û Şamê de Lîstiye
Rojnameya Fransî Le Monde, di raporeke xwe de behsa hûrgiliyên agirbest û rêkeftina ku di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de hatiye îmzekirin dike; dibêje, Serokê Herêma Kurdistanê roleke sereke û çarenûsaz di navbeynkariya di navbera her du aliyan de hebûye.
Rojnameya Fransî, di raporeke ku roja Şemiyê hatiye belavkirin de, anî ziman ku piştî sê hefte şer û pevçûnan, asoyên şer di navbera Şam û Kurdên Rojavayê Kurdistanê de dûr ketine. Ev yek piştî ku Hikûmeta Demkî û HSDê di 30ê Çile de gihîştin rêkeftineke berfireh ji bo tevlîkirina hêzên leşkerî û saziyên îdarî yên bajarên Kurdistaniyan di çarçoveya dewleta Sûriyê de.
Rola Nêçîrvan Barzanî di navbeynkariyê de
Le Monde nivîsîye, Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, ligel Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Fransayê, "roleke sereke di navbeynkariya di navbera aliyan de lîstiye" ji bo gihîştina vê rêkeftinê.
Derbarê rêkeftinê de, Nêçîrvan Barzanî hêvî xwestiye ku ev gav bibe "çarçoveyek ji bo ji nû ve avakirina Sûriyeke yekgirtî ku tê de mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyên din di destûra pêşerojê de bên parastin."
Li aliyekî din, Îlham Ehmed, berpirsa bilind a Rêveberiya Xweser, spasiyeke kûr ji bo navbeynkaran anî ziman ku ji bo serxistina pêvajoya rêkeftinê gelek hewl dane.
Naveroka Rêkeftinê û Destkeftî
Le Monde di wê baweriyê de ye ku tevî ku Şamê kariye kontrola xwe li ser deverên Erebî û zeviyên neftê dîsa bicîh bike, lê Kurdan di warê mafên neteweyî de destkeftên girîng bidest xistine, di nav de:
Nasandina zimanê Kurdî wek zimanekî neteweyî di dibistanan de.
Nasandina Cejna Newrozê wek betlaneyeke fermî li Sûriyê.
Çareserkirina pirsgirêka bêparhiştina bi hezaran Kurdan ji nasnameyê (ewên ku di serjimariya sala 1962ê de bêpar mabûn).
Yekkirina hêzên Asayîş û HSDê di nav Wezaretên Navxwe û Parastinê yên Sûriyê de di çarçoveya lîwayên taybet de.
Astengên pêşiya cîbicîkirinê
Le Monde destnîşan dike ku hîn jî asteng li pêşiya cîbicîkirina temamî ya rêkeftinê hene. Mezlûm Ebdî, Fermandeyê Giştî yê HSDê, ragihand ku wan ji bo pêşîlêgirtina xwînrijandinê rêkeftinê îmze kirine, lê ew ê heta ku hemû destkeftiyên wan bi garantiyeke destûrî ve bên zelalkirin, têkoşîna xwe bidomînin.
Rapor dibêje, Ehmed Şer, Serokê Demkî yê Sûriyê, piştî pêwendiyeke telefonê ligel Donald Trump, Serokê Amerîkayê di 28ê Çile de, di danûstandinan de nermîyek zêdetir nîşan daye da ku pêşî li destpêkirina şerekî navxweyî yê nû bigire.