Zêdetirî 57 Hezar Welatiyên Rojavayê Kurdistanê Ji Alîkariyên BCF Sûdmendbûn
Zêdetirî 57 Hezar Welatiyên Rojavayê Kurdistanê Ji Alîkariyên BCF Sûdmendbûn
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) amarên herî nû yên çalakiyên xwe yên mirovî li deverên cuda yên Rojavayê Kurdistanê belav kir, ku tê de amaje bi gihandina alîkariyên berfireh bo bajarên (Qamişlo, Amûdê, Girkê Legê, Dêrik, Tirbespiyê û Dirbêsiyê) dike.
Li gorî rapora ku roja Sêşemiyê, 27ê Çileya Paşîn a 2026an, hate belavkirin, dezgehê bi rêya 165 barhilgiran alîkariyên curbicur gihandiye herêmê. Di vê pêvajoyê de jî 115 karmendên dezgehê di çarçoveya 12 tîmên cuda de rojane bi belavkirina alîkariyan ve mijûl in.
Kerta Xwarin û Pêdiviyên Sereke
Heya niha 9,180 malbatên ku ji 57,955 kesan pêk tên, ji alîkariyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî sûdmend bûne. Alîkarî 22 cûre madeyên cuda yên wek (xwarin, doşek, betanî û pêdiviyên din) di nav xwe de girtin, ku li ser 82 dibistanan hatine belavkirin.
Di warê dabînkirina xwarinê de, heta niha 9,330 beş xwarina germ li 15 dibistan û 3 mizgeftan hatiye belavkirin. Dezgehê ragihandiye ku ev pêvajo dê berdewam bike û plana wan heye ku rojane 3,000 beş xwarinê belav bikin.
Sotemenî û Enerjî
Ji bo rûbirûbûna sermayê û dabînkirina pêdiviyên navendên xizmetguzariyê, dezgehê 145,177 lître mazot li ser 108 dibistan û 8 mizgeftan belav kiriye.
Kerta Tenduristî û Derfetên Kar
Tîmên tenduristî yên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û tîmên dilxwaz, li 34 dibistanan tedawiya pizîşkî ji 2,749 kesan re pêk anîne. Di heman demê de, ji bilî karên mirovî, dezgehê karîbû ji bo 289 kesên niştecihên herêmê derfetên kar peyda bike.
Ev amar heta saet 10:00ê sibehê ya 27ê Çileya Paşîn a 2026an hatine komkirin û karên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji bo piştgiriya gelê Rojavayê Kurdistanê di warên cuda de berdewam in.