Berî 54 Salan Xwestibû Pirtûka Mele Ebdullahê Xerzî bê çapkirin

Piştî 54 Salan, Daxwazeke Şehîd Îdrîs Barzanî Tê Cîbicîkirin

Dec 14, 2025 - 11:45
Berî 54 Salan Xwestibû Pirtûka Mele Ebdullahê Xerzî bê çapkirin
Piştî 54 Salan, Daxwazeke Şehîd Îdrîs Barzanî Tê Cîbicîkirin

Zaxo – Kurdistan: Îro, Prof. Dr. Faxir Hesen Gullî bi taybetî ji bo Delal TV eşkere kir ku piştî derbasbûna 54 salan, daxwazeke Şehîd Îdrîs Barzanî hate cîbicîkirin. Di nameyeke xwe de di 18/09/1971'an de û li ser fermana Barzaniyê Nemir, Şehîd Îdrîs ji Salih Yusifî daxwaz dike ku pirtûka Mele Ebdullahê Xerzî bê çapkirin û xizmeta wî bê kirin.

Piştî ku berhema navborî ji aliyê Prof. Dr. Faxir Hesen Gullî ve hate temamkirin, pirtûka navborî ji aliyê Nivîsgeha Rêzdar Nêçîrvan Barzanî ve kete ber çapê û di nêzîk de dê bigihîje destê xwendevanan.

Prof. Dr. Faxir Gullî, xwediyê (61) pirtûkên çapkirî û zêdetirî (20) pirtûkên neçapkirî ye. Di yekemîn pêşangeha navdewletî ya pirtûkan a Zaxoyê de, wekî nivîskarê herî zêde pirtûkan di dîroka Zaxoyê de, ji aliyê Navenda Çandî û Ragihandinê ya Zaxoyê ve hate eşkerekirin û rêz lê hate girtin.