Serok Barzanî pêşwaziyê li Îzet Şabender kir
Serok Barzanî pêşwaziyê li Îzet Şabender kir
Roja Duşemê, 24ê Mijdara 2025an, li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Îzet Şabender, kesayetiya siyasî ya Iraqî kir.
Di hevdîtinê de, behsa pêşhatên dawî û rewşa siyasî ya li Iraq û herêmê bi giştî hate kirin. Herwiha ronahî xistin li ser encamên hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê û qonaxa piştî hilbijartinê.