Serok Barzanî Pêşwaziyê Li Şandeka Bilinda Leşkerî Û Ewlehî Ya Iraqê Kir
Serok Barzanî Pêşwaziyê Li Şandeka Bilinda Leşkerî Û Ewlehî Ya Iraqê Kir

Di roja Sêşemê, 21ê Cotmeha 2025an de, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Ferîqê Yekem ê Rûkin Abdul Emîr Reşîd Yarallah, Serok Erkanê Artêşa Iraqê, û şandeke pê re kir ku ji hejmarek efserên pile bilind ên leşkerî û ewlehî yên Iraqê pêk hatibû.
Di vê hevdîtinê de, peywendiyên di navbera Artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê de li deverên tixûbî yên di navbera Iraq û Sûriyê de bi taybetî, û hevahengî û lihevkirina her du aliyan ji bo parastina ewlehiya Iraqê bi giştî û deverên tixûbî bi taybetî hatin gotûbêjkirin. Herweha alîkarî û hevahengiya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji bo Artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge, û peywendiyên leşkerî yên di navbera Iraq û Amerîkayê de di çarçoveya rêkeftina ewlehî ya dualî de, û metirsiyên ji nû ve derketina terorê, û rewşa ewlehiyê ya Sûriyê û tixûbên wê yên ligel Iraqê hatin nirxandin.
Her di wê hevdîtinê de, li ser îhtimala ji nû ve derketina DAIŞ'ê hate axaftin, ku hîn jî metirsiyeke mezin e li ser ewlehî û aramîya herêmê. Di vê çarçoveyê de, pêwîstiya berdewamiya alîkariyên hevpeymanan ji bo Artêşa Iraqê û Pêşmerge, û bihêzkirina hevahengiya hevpar di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê de wek girîng hate destnîşankirin.
Bidawîhatina erkê hevpeymanan di Îlona sala bê de, û metirsî û îhtimalên rewşa piştî wê qonaxê, yek ji mijarên din ên vê hevdîtinê bûn.