Li Akrê Dengên Kurdistanê Dibe Yek
Konserta Dîrokî Ya Hezhar Zehawî Li Akrê: Dengên Kurdistanê Dibe Yek

Akrê - Kurdistan: Mala Muzîkê a Zehawî, bi serperiştiya hunermend û muzîkjenê navdar ê cîhanî Hezhar Zehawî, dê bi hevkariya Rêveberiya Geştyarî û Tevgera Rewşenbîrî ya Akrê, konsereke hunerî ya mezin li Akrê li dar bixe. Ev konser ku dê bibe platformek ji bo yekkirina dengên Kurdî ji her çar parçeyên Kurdistanê, dê di 30ê Cotmeha 2025an roja Pêncşemê de, saet 5ê êvarê, di nava Qesra dîrokî ya Akrê de pêk were.
Di vê bûyera çandî ya girîng de, komên navdar ên Kurd jî dê cih bigirin. Koma "Bêrtan Mistefa" ji Bakurê Kurdistanê û Koma "Mejnûnî" ji Rojhilatê Kurdistanê dê beşdarî konserê bibin û bi hunera xwe rengewangek zêdetir bidin vê şeva taybet. Ev beşdarî nîşaneya girîng a hevkariya çandî û hunerî ya di navbera herêmên Kurdistanê de ye.
Organîzatoran destnîşan kir ku armanca sereke ya vê konserê pêşxistina huner û çanda Kurdî, herwiha xurtkirina girêdanên çandî di navbera Kurdên her derê de ye. Bi amadebûna hunermendê navneteweyî Hezhar Zehawî û komên ji deverên cuda yên Kurdistanê, tê payîn ku ev konser bibe bûyereke dîrokî ya ji bo Akrê û tevahiya Kurdistanê.
Hûrgiliyên Konserê:
Roj: Pêncşem
Dîrok: 30ê Cotmeha 2025an
Dem: Saet 5ê êvarê
Cih: Akrê, di nava Qesra dîrokî de
Tê ragihandin ku hatina konsertê ji bo her kesî serbest e û hemî evîndarên muzîk û çanda Kurdî vexwandin.