Kevirên Girê Mirazan û Mehfûrên Kurdî, Heman Tevn e

Zaze Mahabadî: Kevirên Girê Mirazan û Mehfûrên Kurdî, Heman 'Tevna Kozmîk' Dihunînin

Oct 13, 2025 - 11:03
Oct 13, 2025 - 20:37
Kevirên Girê Mirazan û Mehfûrên Kurdî, Heman Tevn e
Zaze Mahabadî: Kevirên Girê Mirazan û Mehfûrên Kurdî, Heman 'Tevna Kozmîk' Dihunînin

Hewlêr - Kurdistan: Şûnewarnas an ku Arkeologa Kurd Zaze Mahabadî, analojiyeke kûr û balkêş di navbera Girê Mirazan (nêzîkî BZ 10.000) û nexşên mehfûr û berikên Kurdî de datîne, û angaşt dike ku çanda tevnkirinê ya Kurdî berdewamiya vê dîroka kevnar e. Li gorî Mahabadî, Girê Mirazan yek ji cihên sereke ye ku di serdema Neolîtîk de çandiniyê û çanda tevnkirinê lê derketiye holê.

Mahabadî vê berhevdanê bi gotina “Berd an ku Kevirê Girê Mirazan, awayê cemidî yê heman zimanê tevnkirina kozmîk e ku jinên Kurd bi sedsalan şûnda bi rîsê domandine,” rave dike. Ew destnîşan dike ku nîgarên tevnê yên li ser kevirên Girê Mirazan, “tevneke kozmîk” temsîl dikin ku ezman, gerdûn an jî jiyana ku mîna tevnê hatiye hunandin destnîşan dike.

Li Mehfûr, berik û kilîmên Kurdî jî nîgarên bi navê “torê jinê” (tevna jinê) an “şînê asmanê” (tevna ezman) hene. Van motîfan aliyê mêyî yê afirandinê û tevnkirina çarenûsê vedibêjin. Di her du rewşan de jî, peyva “tevn” tê wateya girêdan, berdewamî û jiyanê.

Berhevdana Hûrgilî:

Di rêbaza nîgarê de, Mahabadî balê dikişîne ser rêbaza nîgarê ya hevpar. Li ser kevirên Girê Mirazan, xêzên xaçkirî (awayê tevna rombîk) xuya dikin. Bi heman awayî, li kilîmên Kurdî jî nîgarên “tor” an “xiştî” hene ku bi xêzên tevnê yên diyagonal hatine çêkirin.

Rêkûpêkiya Rûyê: Di Girê Mirazan de, li beşa jorîn tevn, li beşa jêrîn jî taswîrên fîguratîf hene. Mehfûr jî bi gelemperî xwedî nîgarên navendî û rêkûpêkiya bordurê ne.

Bandora Teknîkî: Ji aliyê teknîkî ve, kevirên Girê Mirazan bi nîgarên ku mîna tevn an torê hatine kolandin, hatine xemilandin. Li mehfûran jî heman bandora tevnê bi riya tevnkirina bi rîs tê çêkirin, ku ev yek berdewamiya teknîkî nîşan dide.

Bandora Hestyarî: Li ser kevirên Girê Mirazan, tesîreke kozmîk, ezmanî û rîtûelî derdikeve pêş. Mehfûr jî wekî “tevna jiyanê” ya parastvan têne dîtin ku çarenûsê sembolîze dikin.

Ev vekolîna Zaze Mahabadî, ne tenê girêdaneke kevnar di navbera Girê Mirazan û çanda mehfûrên Kurdî de ronî dike, lê di heman demê de girîngiya berdewamiya çandî û awayên cihêreng ên îfadekirina têgehên kozmîk û jiyanî di nava civakên kevnar û yên îroyîn de radixe ber çavan.