Serok Nêçîrvan Barzanî Pêşwaziyê Li Balyozê Nû Yê Almanyayê Kir
Serok Nêçîrvan Barzanî Pêşwaziyê Li Balyozê Nû Yê Almanyayê Kir

Nîvroya îro Çarşemê, 8ê Cotmeha 2025an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di hevdîtinekê de bi birêz Daniel Krebber, Balyozê nû yê Almanyayê li Iraqê û şandeke pê re, ligel pîrozkirina destbikarbûna wî, hêviya serkeftinê jê re xwest û hemû piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo serxistina erka wî nîşan da. Herwiha, spasiya piştgirî û hevkariyên Almanyayê yên ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir.
Ji aliyê xwe ve, birêz balyozê nû yê Almanyayê li Iraqê, spasiya pêşwazî û piştgiriya rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê kir û xwesteka welatê xwe ya ji bo pêşxistina zêdetir a peywendiyan û berfirehkirina hevkariya hevbeş bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, bi taybetî di warê aborî de, dubare kir.
Di mijareke din a hevdîtinê de, herdu aliyan amadekariyên Iraq û Herêma Kurdistanê yên ji bo hilbijartinên meha bê yên Encûmena Nûnerên Iraqê nirxandin. Herwiha, derbarê rewşa giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên herêmê de, danustandina bîr û ramanan kirin.